Rûvîkê endarê baz daye serê darê
Rûvî mamê min a dûv qiç kir hata min a
Rûvî mamê min a dûv sing kir hata min a
Rûvî rûvî rûvî sing gupa û kovî
Rûvî mamê min a dûv qiç kir hata min a
Rûvî mamê min a dûv sing kir hata min a
youtu.be/oW21Njp7x3Q?si=...
Go: Nêçîr jî vir qelîyane...
Ne hirçeke nav gelîya ye,
Ne gurek e, ne rûvî ye,
Ne ga ye, ne gakûvî ye,
Ne piling e, ne beraz e,
Ne kêwrîşkek li hevraz e,
Ne şêrekî nav beryan e
Pê ra têkevim şeran e...
Şêr ji cara carekê,
Hat û li ber darekê
Dît rûvîkî qewitî,
Vegerîya ser wa gotê,
Go: "Rûvîngê min î çûk,
Yeklep mînanî pepûk,
Min zû va nav-dengê te
Û fêl û fersengê te
Bihîstibû, lê were
Min nedihat bawer e,
Wekî ev rûvîyê fêlbaz
A qa çûk e, belengaz..."
Rûvî dêla xwe hilda
Û cava şêr li vir da,
Go: "Eshabê bi gewde,
Ew çi pirsê bêsewd e?
Axir ez ne çûk bûma,
Yek lepî pepûk bûma,
Ne zirav û jar bûma,
Li van besta, top-gira
Ez ê çawa xar bûma
Nava hezar qul-pira..."