30: Çi bela û musîbet bête serê we, ji ber tiştên ku we bi destên xwe kirine ye. Dîsa jî Xwedê ji gelekan diborîne.
31: Hûn nikarin li ser rûyê erdê birevin û Wî bêçare bihêlin. Ji bo we ji bilî Xwedê ti dost û ti alîkar tune ye.
32: Keştiyên ku di deryayê de wekî çiyan diherikin jî ji nîşaneyên hebûna Wî ne.
33: Ger Ew bixwaze ba dide sekinandin û keştî li ser deryayê bêliv dimînin. Bêguman di vê de ji bo kesên ku pir sebir dikin û pir şukur dikin, gelek îbret û şîret hene.