Şehîdên rojava
Gör, nasıl yeniden yaratılırım, namuslu, genç ellerinle. Kızlarım,oğullarım var gelecekte, Herbiri vazgeçilmez cihan parçası..
Bangawazî ya Dr. Nûrî Dêrsimî ji bo ciwanên Kurd
Ey ciwanê Kurd ! Ey kurê milletê ciwanmerd ku te zilma sedsalan rakiriye, guh bide min! Dema ji bo mirovahiyê şeveq hilhat, tîrêjên wê yên pêşî li eniya nijada te ya serbilind da. Ew nijada tu jê çêbûye, ji derya Hindê heta bi Qafqasan, ji keviyên rojhilat ên Asya piçûk heta bi Asya Navîn li çiya û zozanên bilind ên bi tavik e. Dîroka te, dîrokeke domdar a destanên qehramaniyê ye. Ji ber ku tu zarokê milletekî yê ku ji çil sedsalî zêdetir e, ji bo hebûneke azad û bi namûs şer dike û îro jî ji vî şerî bêzar nebûye, xwe nade baş. Li ser me hemûyan deyne, em jiyana Kurdan a doh û îro ya bi firtone û barozan tijî bizanibin, çavkaniya êşên kişandine û sedemên feleketên bi serê wan de hatine nas bikin û dekûdolabên dîrokê li serê wan gerandine bi jîrî hûrbikolin. Ji bo hebûna xwe biparêze û ji bo mayîna xwe bergiryê bike, ti milletî bi qasî me nikarîbû ye demdirêj û domdar şer bike. Di dîroka me ya dûrûdirêj de ti hêzê nikaribû binketinê bi me bide qebûlkirin. Serê Kurd, mîna çiyayên wî yên herî bilind her tim berz bû û li ber ti dagirkerî xwe xwar nekiriye. Heqîqeta jiyan û mana Kurdan ev e, û îro jî heqîqeta Kurd li ser riya wê ne, ev e. Ji ber ku Kurdan dev ji berxwedana man û nemanê bernedane, binketin qebûl nekirin, biryar dane di nava refên milletên cîhanê de bimînin. Kurd ew milet in ku dixwazin bijîn û dizanin ji bo jiyanê bimirin. Ey keça Kurd, Ey xortê Kurd, divê haya dinyayê ji vê biryara te hebe! Her hebûna dixwaze bijî divê şer bike, li ber xwe bide. Her milletê dixwaze li ser rûyê dinyayê cihekî xwe hebe divê bicenge. Ev pîvaneke xwezayê ye, naguhere. Di cîhana kîmyewî, nebatî û heywanî de ev qanûneke dijwar a hebûnê ye; şer û berxwedan! Ev qanûn ji bo mirovan hê dijwar e. Nijad cinawirê dirrinde yê nijadan e. Millet ê milletan û mirov jî yê mirovan
Kurdî
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Panzdehê Tebaxê
Ey Pakrewanên Kurdistan! Pîroz be raperîna ve, pîroz be serhildan û berxwedana ve, pîroz be serxwebûna ve... Janeke li ser singa me de liviya Me got Ax, ax Niştiman! Ey Kirmanşah û Sine tu ne bêkes î! Ey Zaxo û Ûrmiye tu ne bêxwedî yî! Ey Amed! Ey ciyê Egîd û Şervanan tu hêj newestiyayî Me got ax, ax ala rengîn! Keskesor î di tarîtiya şevê de, ancax ewqas dixemile bûka baranê ancax bi qasî te pîrozwer e laçikên dayîkan... Me got ax, ax ziman! Me got ax û me sekinî me got ax û man bêdeng... Bêdeng im îro heval, bêdeng e niştiman, bêdeng bû Amed. Çend dil hat zingarkirin ku naxwazin herin cengê, Ka bistrê Pakrewan Delîla? Azadî di bêdengiya gelekî de bûye dîlî, Ka biharên xwebûn Sê Jinên Azad? Pêta Eruhê roniya xwe didome em mane tariyê de Ka çirûska çekên Fermandar Egîd? Ax raperîna zimanê westiyaye, rawestiya ye serhildana wan. Ax ew jar çi ye ku bi diran re nayê perçewesle kirin. Bêdeng im ez, bêdeng e niştiman û bêdeng bû Amed Lê bêdeng neman, namînin şehîdên me, Ey Pakrewan pîroz be dengê te, ji binxetê heya serxetê, ji rojhilata navîn heya rojava Ey pakrewan pîroz be nemirina te, rawestgeha şehîdaye dilê me ji dêrsimê heya mehabadê Lê qebûl nekir bêdengiyê ewr, qebûl nekir stêrk, qebûl nekirin
Kurdî