Puan vermedi·218 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
14 günde okudu
·
Okunma: 31 Mart 2025 14:20
Di romana “Bacanên Belçiqî” a Rênas Jiyan de du mijar hatine vehûnandin. Mijara ewil tarîxa kurdan û serhildanên wan ên li hember Ataturk, Osmaniyan û Ûris e. Nivîskar me di serdema tarîxa serhildanên kurdan de digerîne, berê me bi şer û têkoşîna tarîxa Serhedê vedike, berê projeksiyona sînevîzyona me bi serhildana Şêx Seîd û hwd ve rû bi rû dike. Em dibin şahidên gelek bûyerên trajîk, em dibin şahidên tarîxeke xwedî sixûrîn û xayînan. Helbet em dibin şahidê xwedî lehengên hêja ên dîrokî jî, yanê wekî meriv li sînevîzyoneke reş û spî temaşe bike. Di vê sînevîzyonê de em kêran ji par ve li pişta birayên xwe dixin, kêrên desthilatdaran û em li lehengên qehreman ên li dijber zor û zordariyê re şer dikin temaşe dikin. Bi kurtasî em li qehremanên li hember sîxûr, xayînan û xwînmijan çawa têdikoşin di rûpelên tarîxê de wekî sînevîzyoneke li ber çaverih û çavehişên me zindî dibin dinêrin. Hay ji tarîxa me, xayîntî û sixûrtiya me çêdibe. Em di vê sînevîzyonê de serîtewanan û serînetewanan gişan yekbiyek dibînin. Helbet haya me ji lehengên serhildêr jî çêdibin. Nivîskar rastî û heqîqeta navxweyî ya di rûpelê tarîxê de hatine veşartin yek bi yek berbiçavî me dike. Eşîrbûn û kevneşopiyên kurdan bigirin heta feodalizma kurdan bi şehekî duhêl hatiye şikandin, nivîskar romana xwe bi şehekî duhêl gulîkên tarîxê şikandiye. Mijara romanê bi giştî feodaîlzm, bindestî, desthilatdarî û tarîxa kurdan e. Her wiha serhildan û serhildêrên wan yên li hember desthilatdaran e. Mesele hebûn û nebûn e ji tarîxa kevn bigire heta tarîxa niha. Yanê beşa ewil di romanê de mijar piranî wiha ye. Di beşa duyem de jî mijar feodalîzm, jin û tecawiz e. Mînak: “Ez dibêm ji ber feodalîzmê ye. Feodalîzm ji xwendinê, ji ramanê, ji hunerê, ji zanînê fam nake, hew bi tenê ji kuştinê fam dike. Feodalîzm şelaf e,
Bacanên PelçiqîRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201754 okunma
8/10
·148 syf.·
2025 10. kitabı
Gelek caran di nava xwandinê de mirov bêhemdî xwe bêhna xwe digre û bêdengî tevli berxwedana Berîvan û Dîcle dibe ji bo parastina wan . Bi piranî dema ku ez pirtûka dixwînim bi pênûsa xwe binê gotinên xweş çixêz dikim. Lê belê bi qedandina vê pirtûkê rewşa pênûsa min î textik ji armanca xwe derketibû û di nav diranên min î ku ji hêrsa qirçînî bi wan diket hatibû cûtin . Ne rewşa min û ne rewşa pênûsa min baş bû. Ji xwe dema ku min armanca nivîsandina helbesta ku Dîcle ji bo birîna şehîd Sînan anîye ziman fêhm kir tenê min keserek ji nava hestîye laşê xwe kişand. Pirtûkekî ku kelecanî yê bi mirov ava dike . Ji xwendina wê kêm nemînin. Hûn ê berxwedan a rojana xwe jî xurt bikin .
Kavalın EzgisiBerjin Haki · Belge Yayınları · 2015313 okunma