Ez kurdim serbilindim, ez xortê perwerî me
Lawê bajar û gundim, reş mar û ejderî me
Pilingê gerdemendim, ez dêwê çar serî me
Ez pêwanyê der bend im, ez ji bingeha arî me
Ez taca Efrîdonim, şûrê Rustemê Zal im
Ez bastonê di destê, wî şêx Seîdê kal im
Cenawerê Zaxros im, Zerdeşt yê şengal im
Pêşmergê Berzanî me, xwedyê şapik û şal im
Ez kurdim dilovan im, dil nerm û aştî xwaz im
Hevalê pêşverû me, azad û serfiraz im
Ez bin destiyê nakim, mêrxas û cengebaz im
Nêçîrvanê neyar im, ez mîna teyrê baz im
Ez ji Dêrsim û Bingol im ez ji Serhed û Xelat im
Ez Torî û Hmrîn im, canfidayê welat im
Ez gamasiyê Xabûr im, hûtê Dicle û Firat im
Ez şêrê Kurdistan im, gernasê rojhilat im
Ez bi nav û bi deng im, men hem demê Guvara
Ez sersot û piling im, li zozanê Hekara
Ez agirê ser têz im, li şax û zinara
Ez Tîrêj û birûsk im, li hemberê neyara
Gelî koma milletan, ma ka edalet kanî
îraq û Tirk û îran, tev tên me vî zemanî
Gurmîna teng û topan, deng çû ezmanê banî
Sor bûne deşt û zozan, ji xwîna erxewanî.