Kendal Şen

Kendal Şen
@senkendal
Endezyarê Avahî
Zanîngeha Çukurovayê
Êlih
Êlih/Kurdistan, 5 Mayıs 1994
386 okur puanı
Eylül 2019 tarihinde katıldı
Seydayê Tîrêj - Aştîxwazim
Ez kurdim serbilindim, ez xortê perwerî me Lawê bajar û gundim, reş mar û ejderî me Pilingê gerdemendim, ez dêwê çar serî me Ez pêwanyê der bend im, ez ji bingeha arî me Ez taca Efrîdonim, şûrê Rustemê Zal im Ez bastonê di destê, wî şêx Seîdê kal im Cenawerê Zaxros im, Zerdeşt yê şengal im Pêşmergê Berzanî me, xwedyê şapik û şal im Ez kurdim dilovan im, dil nerm û aştî xwaz im Hevalê pêşverû me, azad û serfiraz im Ez bin destiyê nakim, mêrxas û cengebaz im Nêçîrvanê neyar im, ez mîna teyrê baz im Ez ji Dêrsim û Bingol im ez ji Serhed û Xelat im Ez Torî û Hmrîn im, canfidayê welat im Ez gamasiyê Xabûr im, hûtê Dicle û Firat im Ez şêrê Kurdistan im, gernasê rojhilat im Ez bi nav û bi deng im, men hem demê Guvara Ez sersot û piling im, li zozanê Hekara Ez agirê ser têz im, li şax û zinara Ez Tîrêj û birûsk im, li hemberê neyara Gelî koma milletan, ma ka edalet kanî îraq û Tirk û îran, tev tên me vî zemanî Gurmîna teng û topan, deng çû ezmanê banî Sor bûne deşt û zozan, ji xwîna erxewanî.
Helbestên Kurdî
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Nameya Şêx Ubeydullah ji bo konsolosê Îngilîz ê Ûrmiyê
Kurd neteweyek qehreman û azadîxwaz e, xwediyê taybetmendiyek gelek bi qîmet û urf û adetek serbixwe ye, digel vê jî dijminên wê hewl didin bi xwînrijî û hovîtî navê wê xera bikin. Serekên Kurdên Tirkiyê, Rûsyayê û Îranê xwediyê yek hêvî û yek mebestê ne, ji ber wê pêwîst e çareseriyek libar ji bo pirsgirêka wan bê peydakirin, hekena dê bi xwe çareseriyek guncaw bibînin. Êdî ji vê zêdetir nikarin siyaseta qirkirin û zordarî ya dijminên xwe qebûl bikin. Em Kurd tu wextî dev ji wê daxwaza pîroz bernadin. Her çiyê me heye, bi mal û can heta dawîn dilopa xwîna xwe di rêya şoreşê û çokdana erdê ya Tirkiyeyê û Îranê de, ji bo bidesxistina azadiya xwe emê xerc bikin.
Sayfa 121 - Nûbihar·Kitabı okuyacak
Kurdî
Ji Bedirxan re xuya bûbû ku du sebebên serekî yên paşvemayîna Kurdan hene: 1) Nebûna bîr û bawerîyek yekgirtî ya di warê hestê neteweyî yê Kurd e. 2) Nebûna pîşesazî û kargehên çêkirina çek û cebirxane li Kurdistanê.
Sayfa 95 - Nûbihar·Kitabı okuyacak
Kurdî
Pîremêrd- Xan Ehmed Xanê Erdelan
Kak Ehmed delalê Xwedê Gelek kes di saya te de nan dixwin Ji wan zêdetir ez ji te hez dikim Her tu yî bi serbilindî ji qewmê xwe hez dikî Ku te di zindanê de razandibûn Sêdarê ji bo te daçikandibûn Tu çûbûyî ba Bedîuzzeman Wî mizginî dabû bi jiyan û man Kerem kiribû hûn namirin dimînin Di dawiyê de hûnê azadiya gelê xwe bistînin
Sayfa 82 - Nûbihar·Kitabı okuyacak
Helbestên Kurdî
Bêguman derdê kujindeyê nav Kurdîtîyê her ji kevin ve wekî nexweşiya şêrpençeyê ye, ew ji nexweşiya çênekirina yekîtî, nekirina hevkariyê bi hev re...
Sayfa 78 - Nûbihar·Kitabı okuyacak
Kurdî