Rojekê li şantiyeyê, pompa hîdrolîk a kepçeya şantiyê Beko Loder xirab bû. Ya hîdrolîk diteqe, ya sensor dîn dibe... Ez jî di nav heriyê de mame, destên min bûye rûn û mazot. Tam di wê kêliyê de, hevalekî min ê entelektuel(!) li min gerîya. Dengê wî mîna bilbilan tê:
-Keko, min pirtûka dawî ya Tolstoy xwend, ez di nav melankoliyekê de me, tu çi dikî?
Min nêrî ku rûnê makîneyê li rûyê min xistîye, min got:
-Kero, tu di nav melankoliyê de yî, lê ez di nav rûnê hîdrolîk de me! Tu li Tolstoy dinêrî, ez li sensorê ku dîn bûye dinêrim!
Min telefon girt, min nêrî ku gramê zêr ketiye binê heriyê. Dilê min şewitî! Min got "Xwedêyo, em hem felsefeyê dikin, hem xebatê, lê çima her gav em zerar dikin?
Hevalek min hat ba min û got:
-Şef , tu dizanî ew kesên ku dibêjin me 5 hezar pirtûk xwendine li ku ne?
Min got: Li ser 1000Kitap'ê fînanseya rihê xwe dikin, xêr e?
Ev keniya û got:
-Welleh bila werin vir, bila pirtûkekê deynin binê vê tekerê kepçeyê, ka em binêrin felsefeya wan dikare vê makîneyê bimeşîne? Mirovê ku gramê zêr û xira bûna pompayê nedîtiye, bila behsa edebiyatê ji me re neke!
Wê rojê min fêm kir; kaxiz û pirtûk bi hêsanî tên xwendin, lê xwendina halê şantiyeyê û tabloya zêr felsefeya herî kûr e. Em bi pirtûkan re herin bihûştê, lê bi vê pompaya xirab em her roj diçin dojehê.