Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê teme
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê teme
Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin
Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê teme
Qebqeba dengê ribatim ku li ser şax û çiya
Totiyê kohê Metînim bazê Hekarê tema
şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan
Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê teme
Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema
Ez dîrokê ser devê milet û komarê teme
Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika
Dengê qotîna şivan horhora cotkarê teme
Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal
Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê teme
Perdê tenbûra şivanim her yek hawakî didî
Rengê bilûra Memê j` koka sipîndarê teme
Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema
şapik û şalim li bejna canfîdakarê teme
Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez
Dengê sazê cejnê Newrozim di avdarê teme
Her wekî rewşa gula me kesk û sor û gewr û zer
Rengê ala ku li banê şah û xunkarê teme
Vîngeha gelyê Elî beg xakî nav perda me ez
Bax û mêrg û dehlê şeqlawe û Berwarê teme
Berfa Sîpanê xelatim şîp û ava kaniyan
Madena zîvê sipî û cok û cobarê teme
Penc û tîrêjim di nîva çerxê gerdûnê teda
şeb çiraxê çol û gund û şehr û bajarê teme
Eğer sanatlı varlıklar tesadüfen oluyorsa, kasıtlı bilinçli bir şekilde niçin olmuyor? Örneğin bir hücre tesadüfen olmuşsa, bilinçli insanlar elementleri alıp niçin bir hücre yapamıyorlar.