"Sînor gelek dirêjin dilê min, Di navbera min û te de"
kelamên nekemilî,
Dîsa jî wisa bawer dikir me. Wisa bawer dikir ku jiyaneke din heye li pişt çiyayê Uryan Baba. Ew çiyayê ku me ji bo ribêsan hetik abûra wî dibir. Her ew bû sînorê xeyalên me.. Dîsa jî wisa bawer dikir me. Wisa bawer dikir ku cîhaneke din heye li wê dibistana sik û sar, li perê gund, bê cînar û bê bostan. Li me xweş dihat gava cêvên me bi qelînekên germ gup dibûn, destên me da nanê kirde, lopek rûnê nivîşk li ser; berê me li wê cîhanê (...)
Reklam
Geleneksel sinor davalarimiz çay zamanı itibariyle başlamıştır.
ger ji destê te bihata.. belkî ji destê te bihata min ê welatek bixwesta, dema dengê baranê xwe li pûkê xist, dema tenêtî bû girêkek û di singê de xwe mezin kir, dema gavên te di valahiyê de çû û hat û te poşman kir, jîn.. û dema te xwest vegerî bo du gotinan, çend henekan, qedehek çay, fîncanek qehwe bi cilên keskeksorî, di bin ala serxwebûnî de, li wir, li qerexa Dicleyê. û dema te xwest bibêjî êdî zarok qet nayên kuştin di dawa dayikan de, û dema te xwest bibêjî êdî hemû deriyên bajar vekirîne, ji her çar parçeyên dil û dema te xwest bibêjî, tovek çandiye di axê de, agirê newrozê sal, duwazdeh meh li kelehê gurr û geş e.. belê, min ê welatek bixwesta ji te dema dengê baranê xwe li pûkê xist, dema êş bû dijminekî veşartî û di singê de xwe mezin kir, mezin kir dema çavên te di kuçe û kolanên Amedê de li kesekî gerî, gerî, û te poşman kir temen. û dema te xwest vegerî, vegerek bo ramûsanekê, çend riste ji xanek, çend şêrînî, meş û dilek, erê, ji peyasê heta derê çiyê, li gavên xwe mikur hatî, meşî, meşî wek hûrika baranê, wek nermahiya biyê, wek beriya tofanê, beriya Amedê, dara berî, bêriya dûr.. kesek, kesek ku, bi tenê belkî, bi du gavan ji te dûr û bi sê gavan li te mûr e ji destê te bihata min ê welatek bixwesta li biyaniyekî, li hember gulên hesînî, pêlêk êş û kûlmek xwê naweşe, nabare, nalenal e, tenê nenalê û nenale ji dengê Cizrawî, şev, xerîbî, û baran e! dizanim helbest bivirek e koy e, li ser navoka min û ya mirinê. qûtbûnekê dixwazim, qirînek, û bêjingek biqasî xwestina welatekî,
Kurdî
Tu yî hêvîya bê dawî Tu yî evîna qedexe mayî Tu yî xewna bê sînor Û rastîya xwîna sor
Li ser singa welatê min sînor danîne.
Reklam
Reklam