rojhilat di xaftanê te de asê bûye!!
Rojava di çepkên te de çêbûye!!
Bakur ketiye paş çeperên şevê!!
Başûr bûye leheng û hozanê revê!!
De rabe bo min bêje:
kîjan darê ji dilê xwe re bikme kerker
kîjan darbestê ji govenda birçiyan re bikime per
kîjan çiyayî ji hejmartina qamçiyan re bikme ferheng
kîjan zemînê ji sirûda serbixwebûnê re bikme pêşeng
kîjan helbestê ji naskirina hebûnê re bikme sînor
kîjan mebestê ji gewriya nebûnê re bikme tor...?
Rabe bo min bêje: kîjan stranê di bin çermê xwe de veşêrim bo piyala serxweşiyê kîjan lavlavê hilgirim bi dû termê xwe de bo şemala rûreşiyê...?
Kîjan peyvê ji te re bikme balgeh?
Kîjan xencerê ji pêşenîka te re bikime şeh? Kîjan Qendîlê ji cergê te re bikime reh? Amade be Hekar!
“-Çima em weha xwe, mêjiyê xwe, der û dorên xwe û tiştan ji hev vediqetinin, didin ber hev, ji hev perçe dikin a bi dû re ji dibêjin, "ev hîn baştir e yan ji ev hîn xirabtir e..."? Çima em her tişti - jiyan, wext, însan û însaneti, evîn, kêfxweşî, keser ü jan, azadî..- ji hev vediqetinin, lime lime dikin û paşê ji wan didin ber hev?... Bi vi awayî, yanê bi ji hev vegetandin û li ber hevdané xirabiya heri mezin em, bi xwe, li xwe dikin. Sînor, qeyd ü şert; me ji me, ji însan û însanetiyê bi dûr dixinin...”
Dizanim, ev ne zulmeke ji rêzê ye. Ev zulma tirsê ye. Sînorê zilma we çi ye, hemûya biceribînin. Ez ê li ber we negerim, ezê rihê xwe teslîmî we nekim. Dizanim, hûn ji derve hatine, loma hûn ji hebûna me ditirsin, ji zimanê nav devê me ditirsin, ji mirovahîya me ditirsin. Bitirsin û zilma xwe bidomînin, ez mirov im. Bi axa xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe ez mirov im. Ez ê ti carî nebim wek we, bitirsin zalimno. Ji mirovahîya me bitirsin. Hûnê rojekê herin, em ê her tim li vir bin.
Xorasan para vedibe ser sê parezgeha: Xorasana Bakur, Xorasana Rezawi û Xorasana Başur. Kurd himli li Xorasana Bakur dijin, ku dikeve li Bakur-Rojhilata Irane, rex sinorê Komara Turkmenistane.Ew yek ji si parezgehen iraneye. Hijmara kurda li we qasî milyon nîvekeye, navenda wê Bucnurde.