"Ewên bûn rêberên me
Çi anîne serê me"
- Cegerxwîn
Edebiyata miletên bindest her tim aliyekî xwe yê kulek heye. Berhemên ku ji nava vê edebiyatê dertên jî herwiha pala xwe didin vê kulekiyê û exleb bi du teşeyan derdikevin pêş: helwesta dijkolonyal û nakokiyên navxweyî. Di edebiyata kurdî de teşeya ewil bi awayekî şênber xuya dike, ango berhemên kurdî yên ku xwedî helwesteke dijkolonyal in, em dikarin bibêjin gelek in. Lê ji bo ya duyemîn zêde mînak tune ne. Yanî nivîskarên kurd di berhemên xwe de, ji xeynî mijarên bi bindestiyê ra eleqedar, cih nedane meseleyên xwe yên navxweyî, berê xwe baş nedane civaka xwe, kêmasî, nakokî û astengiyên di nava xwe da baş tehlîl nekirine, tewr gelek caran, çavên xwe ji wan ra girtine. Ji ber hindê ye belkî rewşenbîrî di nava kurdan da zêde pêş neketiye, lewra rewşenbîr ew kes in ku ji sekna xwe tavîz nadin, bi aliyekî xwe ve li civaka xwe nanêrin, wêrek in û fikr û gotinên wan li gorî "hin aliyan" teşe nagirin.
Ev pirtûka li ber destê me jî hem xwediyê sekneke dijkolonyal e, hem jî xwerexneyek (self-criticism) e di eslê xwe de ku heta niha kêm mînakên wiha çêbûne.
Rêzebûyer, li dor serlehengê bi navê Ferzend û gera wî ya li Amedê diqewime. Ferzend, bi eslê xwe ji Amûdê ye, lê ji ber sedemên polîtîk, wekî gelek kurdan, ew jî di temenekî ciwan de terka welatê xwe dike, wek penaber berê xwe dide Ewropayê. Li wir bi hezkiriya xwe Berfîn Xanimê re dizewice. Zarokeke wan çêdibe bi navê Dara. Piştî çend salan zaroka wan ji ber nexweşiyê dimire. Li ser mirina kurê wan ra zêde wext derbas nabe hevjîna lehengê me Berfîn jî xwe dikuje û Ferzendê bê welat, vêca bê malbat, bê kes û kûs dimîne. Êdî penaberî hew kêrî wî tê, dixwaze beriya mirina xwe carek be jî biçe welatê xwe û ji dûrî ve (ji ber ku qedexe ye nikare biçe)