Ji bo dîroka mirovahiyê nerîne ke nû!
Puan vermedi
Dîroka Veşartî ya Jinan – Sheila Rowbotham Ev pirtûk, yek ji berhemên herî girîng ên dîroknasîya femînîstî ye, ku di sala 1972’an de hatîye weşandin û niha jî wekî çavkanîya bingehîn tê hesibandin. Nivîskar Sheila Rowbotham, di vê xebatê de, 300 salên dawî yên dîroka Brîtanyayê dinirxîne û cih, rol û têkoşînên jinan di nav pêvajoyên aborî, civakî û siyasî de derdixe holê, yanî yên ku heta wê demê di dîrokê de hatibûn paşguhkirin an jî veşartin. Rowbotham nîşan dide ku çawa pêşketina kapîtalîzmê, guherîna avahîya malbatê, dabeşkirina kar û desthilatdariya baviksalarî, bi hev re cihê jinan di civakê de diyar kirine. Ew îspat dike ku bindestbûna jinan ne rewşek xwezayî ye, lê encama guherînên dîrokî ye: -Di serdema destpêka kapîtalîzmê de, jin ji karên kêrhatî hatin dûrxistin, karên wan wekî “nekar” hatin binavkirin û nirxê wan kêm hatîye dîtin. - Têkoşînên jinan ji bo mafên xwe “mafê dengdanê, mafê xwendinê, mafê kar û mûçeyek wekhev, mafê kontrolkirina jiyana xwe ya zayendî” bi berfirehî têne şîrove kirin. - Têkiliya di navbera çîna civakî û rewşa jinan de jî bi zelalî tê vekolîn: rewşa jina karker û jina çîna navîn her çend cûda be jî, herdu di bin bandora desthilatdariya mêran de bûn. Nivîskar bi zelalî û zimanekî hêsan, lê kûr, nîşan dide ku jin ne tenê mexdûrên dîrokê bûn, lê di her qonaxê de li hemberî vê rewşê berxwedanî kirine û guherînên mezin bi dest xistine. *Yekem xebatên ku dîrokê ji çavê jinan dinirxîne û valahiyek mezin di dîroknasiyê de tije dike. * Têkiliya di navbera pergala aborî û rewşa jinan de bi awayekî rast derdixe holê. * Ne tenê ji bo zanyaran, lê ji bo her xwendevanekî jî têgihîştî ye. * Ev pirtûk bingeha tevgerên femînîstî yên paşerojê danîye û li ser gelek lêkolînên din bandor kirîye. *Piraniya naverok li ser Brîtanyayê ye; rewşa jinan li
Kadının Gizlenmiş TarihiSheila Rowbotham · Payel Yayınları · 201111 okunma
6/10
·296 syf.··
Beğendi
·
2026 15. kitabı
Kêmber, portreya takesên têkçûyî ên bindestên bêndestane. Ji ber wê ye hertişt kêm û kêmbere. Pevşabûna qedexe ewqas mezin buye ji hezkirinê kêm wisa rasterast tê jiyîn an jî qet nayê jiyîn. Bê watebuna qedexê ne kêmî wê jiyîna bê hoste . Ev yek ne azadiyê ji takekesan re tine ne jî dibe pêliyek bo doza azadiye. Kesayet pêşnekeve, azad nebe dozê çawa pêşkeve.Kêmasiya hêstan ji xwe diyare. Nivîskar bi têkiliya Selim û Aysel ê jî tîne ziman. Niviskar tespîtên xwe hurehur di her gav û kêliyê de vedibêje; Tiştên mezin, piçûk, giran,sivik, ji rêxistinêre , civak û takekesre hwd. ev yek jî buye sedema tu tiştekiyekê. Rê nediyare, rêbaz nediyare hema ser berjêr diçe.Roman xwe jî bin vê bindestiyê nefilitiye. Pîvanên exlaqî bigirê heya ên civakî hemî li pîvanên serdestane.Bi çend hevokên zimanê serdestan ku nehatiye wergerandin serdestiya serdestan xwe bicî kiriye . Nava ewqas navan de bijareya nivîskar a navê Selîm jî yek jî mînaka ne xweseriyêye. Helbet dema ev nav hate pêşiya xwîner berhema Oguz Atay'ê Tirk Tutunamayanlar hate bira wan. Silav dayinên vî rengî ji rêbazên postmodernixmêne û vê romanê jî hatiye lê çima Tirk. Gelo wêjeya dinyayê ne di xizmeta niviskar de bû. Roman du beşan pêk tê. Di serî de em hemî keseyata bi kêmasî û têkçûyîna wan livo livo nasdikin. Kesayet hemî ên di nava civakê dene , erê pevşabûn bi awayekê biwate û bi tund hatiye qedexekirin lê, gelo ji bo civakeke bi exlaq û azad tenê ewe asteng? Kêmasiyî û pêdiviyê dîtir tunene? Ev nerîn û şîrove ji xwe di rojeva civakêdene. Dema kesekî navsale û mixalifê azadiya civakê cîwanekî dibîne, kêm zêde heman tişta dibêje " Hin nikare xwedî doxîna xwe derê divê ezê civakê azad bikim" Ev mixalifê di nava civakê de her derê hene û her firsendê de jî dibêjin. Ket mineta xwe kesî jî
Edebîyata Kurdî
KêmberMihemed Şarman · Avesta Yayınları · 201510 okunma
Reklam
Jin û Zanîn
Puan vermedi
Mamoste Çakar, di romana xwe “Bazirganê Xeyalan” de di çarçoveya drama malbatî de ku klasîkên Rûsî yên sedsala 19an tîne bîra mirov, neynikekê dide civaka Kurd a sedsala 21an. Berhem kevneşopiya analîza civakî bi rêya êş û tengahiyên bêdawî yên malbatekê didomîne. Di vî warî de, ew nêzîkî "analîza civakî bi rêya malbatê" dibe ku pir caran di klasîkên Rûsî de tê dîtin. Zimanê romanê sade, herikbar û xwedî hêzek vegotinê ya zelal e; ev yek tevî mijarên giran ên nivîsê jî xwendinê rehet dihêle. Karakterê Zekeriya yek ji kesayetiyên herî berbiçav e ku di navenda romanê de cih digire. Dema ku hûn wî dixwînin, bê guman hûn Oblomovê Goncharov tînin bîra xwe. Lê li vir şikestinek girîng a dîrokî û civakî heye. Di navbera karakterê tiral, xeyalperest û bêçalak ê arîstokrasiya Rûsî ya sedsala 19an û Zekeriya, giyanekî windabûyî ku li Kurdistana sedsala 21an de dijî, hem berdewamî û hem jî veguherîn heye. Her du karakter xuya dikin ku rewşek "bêçalakiyê" temsîl dikin ku di civakên wan de belav e; lêbelê, yek ji wan berhema arîstokrasiyek kêmbûyî ye, lê yê din takekeseke serdema nûjen e. Sembolek din a bihêz ku di romanê de derdikeve pêş, têkiliya Zekeriya bi xencera ku ji bavê xwe mîras girtiye re ye. Bi taybetî di beşa dawîn de, kiryara Meryemê ya daxistina xencerê ji dîwêr û daliqandina dîplomeyan li şûna wê bi awayekî sembolîk balkêş e. Ev dîmen dikare wekî referansek ji bo çîroka Celadet Alî Bedirxan "Gazinda Xencera min" were şîrove kirin. Li şûna xencerê, ku bi kevneşopî sembola hêz, rûmet, an têkoşînê ye; bi zanîn û perwerdeyê, ramana ku "ev êdî serdema agahdariyê ye" pêşniyar dike. Bi vî rengî, roman sembolên ku ji rabirdûyê mîras girtine diguherîne, û îşaretek nû ya civakî nîşan dide. Aliyek din a balkêş a berhemê temsîlkirina zayendê ye. Karakterên mêr ên di malbatê de
Bazirganê XeyalanYıldız Çakar · Bizim Büro Matbaacılık · 20253 okunma
ZİMANÊ HEVPAR
Puan vermedi·136 syf.··
2025 14. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 05 Temmuz 2025 20:14
HİKAYETA TERZÎYEKÎ û ÇEND TİŞTÊN DİN- Rizgar Elegez “Spasî û qedirzanîn ji bo xwendin û pêşnîyarên wan nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend: Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem (nota nivîskar)” Ji bo ev berhem ji alîyê 4 edîtorên nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend ve (Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem) hatîye xwendin, kontrolkirin, mirov hêvî dike li metneke birêkûpêk û edebî rast were. Li sînemaya tirkî her tim karekterekî cê heye, yê bi devokekê dipeyive. Carinan ew karekter Laz e, hin caran Kurd e, carcaran Ermenî, an Rom, an Roman e… Ew kes bi zimanê hevpar napeyive, bi devoka herema xwe dipeyive. Bi vî awayî hem filîmê/rêzefilîmê zengîn û rengîn dikin hem jî îronî û mîzahê jî dixine nav mijarê û filîmî balkêştir dikin. Ji bo edebîyata kurdî bi piranî bi devokekê ye an jî bi kombînasyona devok û zaravayan e, “zimanekî civakî yê hevpar” pêk nehatîye û wisa dixwîye naye jî. Li hûnera musîkê “mahalli sanatçî” hene. Ew hûnera musîkê bi awayekî heremî dikin, bi devok û folklora heremê li dawet û şahîyên heremê civakê mest dikin. Hin ji wan “mahalli sanatçî”yan xwe bi heremê nagirin û terza xwe digûherînin dibine hûnermendên civakî. Ev rewş bitenê li musîkê heye, li hûnerên din nola şano, sînema, resim û hwd nîne. Bi teybetî li edebîyatê “nivîskarên heremî” li dilê mirov xweş nayê. Heremîbûna edebîyata kurdî, ne bi tenê bi karekteran sînordar e, bi awayeke kesayî ye û tişta herî mûhîm jî “heremîbûna vegotinê” ya bi “felsefeyeke heremî” ye. Ji bo ferhenga nivîskaran bi tenê têra gund û xwezayê dike an jî zimanê wan bi gundînîyê sînordar e li berhemên edebî giranîya pastoralîyê xwe darîçav dike. Bi teybetî jî li helbestkar û zimanê devokî û heremî û pastoralîzm ji bo nivîskarên Serhedî
Kurdî
Hîkayeta Terziyekî û Çend Tiştên DinRizgar Elegez · Avesta Yayınları · 202415 okunma
ROMANEKE XWEŞ û ZİMANEKÎ PİRSÎSTEMÎ
Puan vermedi·88 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
32 saatte okudu
·
Okunma: 06 Haziran 2025 17:39
“Deng ji xwe birîn û bêdengî rihê mirovan dike nava kundir-7” Roman bi vê hevoka bi pirsgrêk dest bi rêvîtîya xwe dike û piştre hiş diherike; kuxika bav a bêkeys, şîşikên dayê, X, Y, Z û feminîzmeke nêr ( Hewce ye em hevparîyên vê romanê û romana Eyşana Beravî ya bi navê NOWA binêrin ji bo em karibinj femînizma li edebîyata kurdî nas bikin.) 1- ! Herî pêşî li romanê xalebang bala mirov dikêşe. Çikû xalebang heyecana nivîskaran an jî heyecana nivîskar dixwaze bide xwendeyan temsîl dike. Gelek nivîskar ji bo xalebangê dibêjin “fiyaskoya uslûbê” ye, “bêzewkî” ye, “karektera lawazîyê” ye. Li gorî min jî nehewceyîyek e. Em dikarin xalebangê nola emojîyên li sosyal medyayê ên bi xalbendîyan têne çêkirin bibînin. Mînak: :-) Scott Fitzgerald ji bo xalebangê dibêje “Nola mirov henekekê bike û xwebixwe bi heneka xwe bikene.” Belê, li romanê kesekî bi sê dengan gotîbe “hawar” ma hewce ye ! li dawîyê hebe. 2 - WEKÎ Li edebîyatên cîhanê gelek caran tişt bi şibandinan têne tasvîrkirin û têne vegotin. Li edebîyata tirkî teşbîh/şibandin bi piranî bi peyvekê(daçeka şibandinê “GİBİ”) tê kirin. Loma em di piranîya berheman de rastî hevokên qalib tên. Mînak: "Kendimi sonradan diskotek haline getirilmiş bir huzurevinin tavanı arasında unutulan yaşlı BİR adam GİBİ hissediyordum."ÖLÜ KELEBEKLERİN DANSI-Hüsnü Arkan-14 "Kendimi bir an şehirlerarası terminalde unutulmuş, terk edilmiş bir bavul GİBİ hissettim."RÜYASI BÖLÜNENLER/yavuz Ekinci(r.135) "O gün kapıyı açmamla kardeşimin sırtlan GİBİ üzerime saldırmasını ve babamın sinek kovar GİBİ beni odadan kovmasını anımsadım. O günün kırgınlığı gırtlağıma saplanmış bir balık kılçığı GİBİ beni rahatsız ediyordu.( RÜYASI BÖLÜNENLER/yavuz Ekinci-131) Li kurdî jî li gelek berheman em rastî gelek şibandinan tên û gelek hevokên
Kurdî
Payîz an jî ZiyabSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 202414 okunma
10/10
·320 syf.··
2025 17. kitabı
·
11 günde okudu
·
Okunma: 16 Mart 2025 22:00
Cegerxwîn helbesten pir xweş dinivîse. Li diwana wi de pirtuka seyemîn “Kî me ez” stranbej û hinek Kom gelek stran şîrove kirîye. Xwendin a Cegerxwîn mirov serbilind dike. Her dem li her derî ew pirtuk mirov dikari bixwuni û parve biki.
Kî Me EzCegerxwîn · Avesta Yayınları · 2003116 okunma
Reklam
Reklam