Gelî yaran nezer den halê gerdûn
Ne mesrûr bin ji teb'ê wî ne mehzûn
Geh ehwalê wî huzn û firîn e
Geh şadî û keyf û hem kenîn e
Dibînin hun ku dunya bê wefa ye
Ji kesra wî nihin 'ehd û wefa ye
Ser encam dê bidet we şerbetê merg
Hetta ew terkê det hun wî beden terk
Siyehpûş
Ey xunçeleba talibê dîdarê tuwem ez
Çavnêrê leb û le'lê şekerbarê tuwem ez
Talib ne be meyxane me bo zewq û dilê xweş
'Aşiqê be du çehvê mest û xumarê tuwem ez
Ey gul veke çehvan û bibîn bilbilê 'aşiq
Qurbanê du zulfê wekî şehmarê tuwem ez
Siyahpoş
Jêrenot:
Siyehpûş an Siyahpoş helbestvanekî sedsala 19an e. Wateya Siyehpûş, "Reşgirêdayî" ye.
Li gor hinek çavkaniyan Siyehpûş ji xelkê rojhilatê Kurdistanê ye.
Berhema xwe ya bi navê "Seyful Milûk û Melke Xatûn" di sala 1820î de nivîsîye.