Kirim êsîr û napeyda, dîn, şêt, wale û şeyda
Veristim ez ji nav qeyda, wekî mecnûn bi çolê ra
Li çol û deşt û sehrayê, dikêşim wayîweylayê
Ji hukmê hicrê leylayê, bi husn û xeml û zêrra
Bi cavên reş îşaret kir, li min mujde beşaret kir
Welê teyyê îbaret kir, nîşan da me ji xelwê ra
Birim xelwê di nêv suhbet, me noşî badeyê cennet
Ji le'lê yara purr hîmmet 'edem bûm ez bi cûrê ra