Puan vermedi·98 syf.··
2025 4. kitabı
·
43 günde okudu
·
Okunma: 13 Aralık 2025 22:48
Şîn û Şadî pirtûkeke helbestan a kûr û lîrîk e ku tê de Sebrî Botanî aliyên tehl û şîrîn ên jiyanê di yek cewherekê de tevlihev dike. Dema ku xwendevan hem xemgîniyên takekesî û hem jî komunal hîs dike, ew di heman demê de mîrateyek wêjeyî ya bihêz e ku hêza girtina jiyan û hêviyê tîne bîra mirov (şadî). Şîn û Şadî Sebrî Botanî
Kurdî
Şîn û ŞadîSebrî Botanî · Nefel Yayınları · 200273 okunma
9/10
·79 syf.·
2022 24. kitabı
Ez pirtûkên Şêrzad Hesen gelek hez dikim. Nizanim çima. Di pirtûkên xwe de zimanekî sembolîk bikara tîne. Hin caran wan gotinên sembolîk tê nagîhijim lê dîsa jî kêfa min ji pirtûkên Şêrzad Hesen re diçe. Bingeha pirtûkên Şêrzad Hesen civata Kurdan e û li ser vê bingehê rastî û çewtiyên civakê dinirxîne. Neynika civakê ye.  Xwezî wergera hemû pirtûkên wî hebana. Di vê pirtûkê de sê çîrok hene. Gula Reş, M û Maleke ji Avê. Çîroka herî dirêj M ye. Mirov dikare bibêje wek kurteromanekî ye. Çîroka herî kin jî Maleke Ji Avê ye. Lê kurahiya wê direj e.                          GULA REŞ Çîroka evîn û negihîştana Hemo û Hêro. Du evîndar çima nagîhijin hev? Sedem çi ye? Bingeha negihîştina evindaran, piranî ji civat û statûya malbatan pêk tê. Belê malbata Hemo ne ji qada malbata Hêro bû. Malbata Hêro bi navê qereçî tê binavkirin. Ji ber wê di nav civatê de tu qîmet û statûya wan tune ye. Mixabin ev rewş berê di nav me Kurdan de tune bû lê îro em dibînin ku ne tenê di civatê de di malbatê de jî ev hal heye. Gotina birayê dewlemend ji gotina birayê feqîr zêdetir tê guhdar kirin. Ev gotin wî çi qas jî xelet be jî. Şêrzad Hesen di vê çîrokê li ser van tiştan disekine.                                                     M Çîroka duyemîn M ye.  Mijara wê çîrokê  cudabûna jin û mêrekî ye. Emîn û Gulnaz. Piştî zewaca xwe ya bîst û heft salan cuda dibin. Emîn nexweşiyekî wî çê dibe. Felç / şil dibe. Emîn pirtûkhezekî bi tena serê xwe ye. Jiyana xwe pirtûkan ava kiriye. Ew rewş jî ne xweşa jina wî diçe. Ew rewş jî di gelek çîrok û romanên Kurdî de derbas dibin.  Firat Cewerî, Enwer Karahan û bi taybetî jî Hesenê Metê ev mijar di pirtûkên xwe de gelek bikar aniye. Emîn li gorî mêrên civatê gelek zana û hewdem e. Di nav malê de bi tena serê xwe biryar nade girîngiyê dide fikr û ramanên
MŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 201124 okunma