Roniya Çavê Edebiyatê: Çîroka Mînîmal
Puan vermedi·168 syf.··
2024 127. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 28 Ekim 2024 22:46
"Cama paca min hejiya, ji gurmîniya xûnavê ku ji pela şîn ket ser axa şil." Merheba. We niha çîrokek xwend. Belê belê çîrok. Erê wîîî, ji hevokekî pêk tê. Ma nabe? Çima fîl jî difirin?! :) Di serdema teknolojî, takekesî û lezgînîyê da her tişt bi bayê bezê diqewime, belav dibe û bi heman bezê tê jibîrkirin. Saet heman saet e, lê dem têra kesî nake. Ti tişt nîn e ku li ber vî bayî nekeve, her wiha edebiyat jî; lewra wextê kesî tune ye ku rûnê, nivîsên dûdirêj bixwîne. Wek tê zanîn, ji nûjenîyê alternatîfên cihêreng dizên, edebiyata me jî serê xwe danî, jê ra alternatîfeke qerqaş bû: çîroka mînîmal. Çîroka mînîmal di dawiya sedsala bîstan da derketiye û di nav demeke kurt da li edebiyata cîhanê (têgeheke derew) belav bûye. Nivîskarên wek Edgar Allan Poe, Alice Munro, Julio Cortazar, Flannery O'Connor û hwd. ku her yek ji wan bi kurteçîrokên xwe va têne zanîn, serê xwe zêdetir bi çîroka mînîmal va êşandine. Ev cureya çîrokê dibe ku ji hevokekî jî pêk bê (wek me li jorê jî nîşan da), dibe ku rûpelekî tije bike, lêbelê ti armanca wê tune ye ji bo xwîneran. Ne dixwaze şîretan li me bike, ne dixwaze behsa rêzebûyeran bike, ne serî heye ne jî binî :) ew rasterast dixwaze bi herî kêm peyvan ve gelek tiştan ji me ra vebêje, tesîreke tîr li ser me bihêle; wextê me negire lê me ji xwendinê jî bêpar nehêle. Dibe ku ji we hin kes bibêjin em çima nabêjin kurteçîrok, mînîmal çi ye îjaa filan bêvan. Kurteçîrok bi xwe teqabilê "short story" dike, lê tişta ku em behs dikin "short-short story" ye, ango ji kurteçîrokê jî kurtetir, çîroka herî kurt e. Ev berhema li ber destê me jî mînaka vê cureyê ye, bi temamî ji çîrokên mînîmal pêk tê; çîrokên ku ji yek hevokekî pêk tên jî hene, yên ji rûpelekî zêdetir jî. Her çiqas ez çîrokên tê da zêde serkeftî nebînim jî, ev berhem ked e, ceribandin e,
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201634 okunma
KER Û KULIK
9/10
·70 syf.··
Beğendi
·
2021 10. kitabı
    " He wîîî...... Heyla nemayê, he wî wîî..." Belê çîroka kevnar a Kerr û Kulik bi nivîsa Ahmet Aras jî. Bi kalyan û zaryan destpê dike. Heya dawiye jî wusa didome.      Nivîskar piştî hîn lêkolîn û xebatan çîroka Kerr û Kulik dinivîse. Mîna hemû çîrokên kevnar. Çîroka Kerr Û Kulik jî gelek cureyan hatiye gotin. Nivîskar di pêşgotina pirtûkê de jî diyar dike. Ku vê çîrokê ji ber Dengbêj Zabitê Emo, Xalê Şikoyê cînarê xwe û Dengbêj Kerem Okçiyan digre. Dema lêkolîna xwe de, dîna xwe didê. Ew her du dengbêj jî ji ber Keremê Okçiyan girtine. Nivîskar êdî li ser Keremê Okçiyan hûr dibe. Û versîyona wî (Dengbêj Keremê Okçiyan) dinivîse. Ew dengê ku bi navê Dengbêj Kerem Okçiyan (YouTube) hatîye weşandin. Û pirtûk kêm zêde mîna hevin. Lê hîn caran meriv dîna xwe dide ew hevok an jî peyvê nayê sewraxtbun. Nivîskar jî lê sewraxt ne bûye ku. Ewî jî sera banzdaye. Û çîrok domandiye. Çend caran jî dengbêj peyvê biyanî bi kar tîne. Nivîskar an ser van peyva banz dide. An jî Kurdî ya wê peyvê dinivîse. Evan peyvê nehatine sewraxt bûn an jî ên biyanî gelemperî bo bo tîr bûne dubare hatine kar. Ji bona guhartin an jî derxistina van peyvan. Herikandina çîrokê xirab nekiriye. Kerr û Kulik Ahmet Aras
Edebîyata Kurdî
Kerr û KulikAhmet Aras · Nûbihar Yayınları · 201641 okunma
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Nexweşekî Pir Bêhal e!
10/10
·112 syf.·
2020 41. kitabı
Silav hevalno Lêkolîna min de dibe ku ~spoîler~ hebin, li gor wî bixwînin dûr re nebêjin te negotî:) Niviskara me Gulîstan Çoban di sala 1982da li Erxanîyê hatî dinyayî. Zewicandî û xwediyê du zarokan e. Niviskar ji ber jin bûna wê bala min kişand, ji ber ku çend heb niviskarên Kurd xwendiyim lê nav wan de qet jin tune bû û mamoste Gulîstan bû an yekemîn. Wê pîroz dikim ji ber qelema wê, qelema wê ya wekî kanîyek mesnewî diherikî. Mamoste gotinek xwe de gotî ku "Ên herî hev tên jin û qelem in û ên herî hev dûr xistin in jî jin û qelem in". Û em dibînin ku mamoste ev tabûyê hilweşandî, ew û qelema xwe bi hev re bextewar in. Xwedê bextewarî ya wan zêde bike, zêde bike ku em jî ji wan re nesîbê xwe bigrin û dilê xwe têr bikin. Em werin ser pirtûka xwe bêguman haya we Feqiyê Teyran heyin, ew ku bûye Yunus Emre yê Kurda, şaîrên ku av û teyran diaxive. Ew ewqas mezin e ku bûye mijarên stran û helbestan û dengbêjan. Lê nizanim we qet bihîstî evîna wî? Evîna wî û Sînem Xatûnê? Ez bibêjim min nebihîstê bû û ji ber wê hinek aciz bûm ji ber ku em dizanin eşqa Leyla û Mecnûn, Kerem û Asli lê em eşqa ên xwe nizanin û ne eşqek piçûk e jî. Li ser eşqa Feqî û Sînem gelek riwayet heyin lê îro em ê guh bidin momeste Gulîstan. Wê ji bo evîna wan gelek lêkolîn kirê û dawî ya dawî ev pirtûk peyde bûye. Sînem Xatûn dotmam û bûka Mîr e û Mîr gelek jê hez dike ewqas hez dike kî ji bo na wê qonaxan lê dike. Lê mêrê wê yekî baş dernakeve yekê beradayî ye û jixwe zû jî dimire. Sînem Xatûn jî xwe dide ser îlm û xwendinê. Li pirtûkxaneya qesrê de ji xwe re dixwîne, dixebite. Rojekê deftera Feqiyê Teyran rast lê tê û dixwînî. Kêfa wê helbestê Feqî tê û dibe heyranê wî. Dîsa rojek Feqî cihakek tê û ew û cêrîya xwe ji bo dîtina Feqî dikevin rê. Wexta Sînem Xatûn çav Feqî dikeve ji bo hîsê xwe
SinemGülistan Çoban · Dara Yayınları · 201930 okunma