Xwezka carekê yaw xwezka carekê Dilê min li aliyê min bisekînya ji bo min kariba heyfa xwe ji te hilînim lê bê xwedîkelê dil yê min yê û bala wî ji cem tey û ez û rojekê pevkevin ez dizanim ev li aliye tey win dibin dido ez yekim kû ez berxwebidim bê fêdeye Erê ma dam dil li aliyê teye Yaw di qefase singa min çidike
15/10/20..
Mark Twain dibêje: " Du rojên herî girîng ên jiyana we; roja ku win ji dayik bûne û roja ku we zanî çima ji dayik bûne ye " Ji roja ez ji dayik bûme heta îro: ez hê jî nizanim ez bûm e çi lê êdî zanim ez çi nînim. Ev jîyandina min ê yekem e. Jîyandin a min ê dûyem... Leyla Qasim goti ye: ... Bi mirina min bi hezaran kurd dê ji xewa giran şîyar bibe." Dibe em bi mirina Leyla vejan lê ev jî soz ê min be bi vejandina me jî bi hezaran kurd vejîn. Di vir de ez nizanim rê ya min derdikeve li ku, ez nizanim hê li ku ne, ez çi bikim... Lê vêya baş zanim ez êdî di rê de me. Ji bo rojbûna xwe .
Didîrokêdeîro
Reklam
Asoya Helbesta Kurdî Cegerxwîn - Ez Nizanim Çi Bêjim Heval, ez bilûrvan im Dengê saza hozan im Ji we ez dilgiran im Ez nizanim çi bêjim Ez bilûra Marks im Dengê rista Bêkes im Ji hêvîyan avis im Ez nizanim çi bêjim Ez daxwaza Xanî me Rewşa neqşê Manî me Di ristê de kanî me Ez nizanim çi bêjim Arê dilê Cizîrî Tava tora Herîrî Ez nûjen im bi pîrî Ez nizanim çi bêjim Nakin dengê saza min Guh nadin awaza min Yan nizanin raza min Ez nizanim çi bêjim Ez Mûsayê Hesar im
Cegerxwîn
Bi rêzdarî...
Hevalê min hemû dipirsin:Tu çima kurdî dinivîsî Tirkî nanivîsî? Bersiva vî vekirîye. Ne hewce ez vekim. Win hemû dizanin. Ev her çar romanên min, di şevên tenê yê Stokholm ê de ava bûne. Ez ji seet deh ê êvarê heta şeş ê sibê tenê... Di vî tenêtîyê stockholm ê de min bo navê Kurdî nivîsîye. Hezar km ji welatê xwe, zimanê xwe, çendên xwe gelê xwe bi dûr lê bi Kurdî nivîsîye. Ku gava min ew kitêbên xwe dinivîsand, her hişê min, mejîyê min, dilê min derdê welê dibê, derdê însanên min, derdê kurda bû. Û min hevî dikir ku rojek, ez bikarbim bi tecrûbeyên xwe, bi kitêbên xwe, bi zimanên xwe, bi daxwazên xwe; xwe bi welatê xwe, bi însanên xwe bigihînim. Mehmed Uzun
Kurdî