"Bo'yu seviyorum. " "O başka birine aşık olsa bile mi? " "Evet, " "O seni aynı şekilde sevmeye hazır olmasa bile mi? " "Ama bu aptallığın da ötesinde, değil mi? " "Aşkın kendisi aptallıktır zaten, Win, "
Sayfa 246·Kitabı okudu
Zu werne bajaren mezın, zu bidne xwendın; mer û jın, Zana bibin em hin bi hin, Bo çı dı nav gundande bın? Win dar medin: Şêx u mela, Axa lı mıllet bun bela, Yani lı Kurd buye xela, Ta kengi em aware bın? Tım bo neyaran karkerin, Bındeste dıjmın rêncberin, Bê dewletın, bê serwerın, Carek bi xwe em şa nebın? Herdem di xewde, bê xebat, Bê yektî u be keferat,. Em de çilo bigrin welat, Ko em jı xew qet ranebın.
Sayfa 368·Kitabı okudu
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Hetta Kengî Di Xewda Bî?
Bese millet li te şerme Hetta kengî di xewda bî?! Dibin destên neyaran de Hejar û dîl û kola bî? Bihar va tê çiya xweş bûn Weke şêran herin şer em Çima wer jar û xemgîn bî Hetta kengî tu ranabî!? Binêrin win li Engola Weke şêran ketin çola Serê te hişk wekî pola Di bin destê neyara bî? Serî hildî, tu gernasî Eger rabî tu mêrxasî Gelo raste divê bimrî? Di nav dijminde winda bî? Ji dijmin re dibî rencber Bi paş de mayî bê rêber Ji bo dijmin dibî şevger Bese îdî weha nabî! ?
Sayfa 322 - Cigerxwîn·Kitabı okudu
Kurdî
EZ NIZANIM ÇI BÊJIM
Heval, ez bilûrvan im Dengê saza hozan im Ji we ez dilgiran im Ez nizanim çi bêjim Ez bilûra Marks im Dengê rista Bêkes im Ji hêvîyan avis im Ez nizanim çi bêjim Ez daxwaza Xanî me Rewşa neqşê Manî me Di ristê de kanî me Ez nizanim çi bêjim Arê dilê Cizîrî Tava tora Herîrî Ez nûjen im bi pîrî Ez nizanim çi bêjim Nakin dengê saza min Guh nadin awaza min Yan nizanin raza min Ez nizanim çi bêjim Ez Mûsayê Hesar im Ji we tevan dilsar im Lê ez bi we nikarim Ez nizanim çi bêjim
Sayfa 230 - Cigerxwîn·Kitabı okudu
Kurdî