Ew e têkoşîn, ew: hesinkerek
l' ser vê riyê leheng û rêberek
Bû armanc û doz, û ket jiya me
Nemir in b' me re pirr Kawayê me:
Bi navê Seîd, Rizo w Bedir-Xan
Bi namê Qadî, Mahmûd û Barzan...
Û
Jiyan bi me re...
Pênsed mirc in, pênsed tevir
Toz ber esmanan bû 'evir
Dê têkel bin Kurd û gewir
Pênsed mirc in, pênsed lihaz
Ser Dimdimî bû gazegaz
Dê têkel bin Kurd û beraz
Pênsed mirc in, pênsed bêrik
Ser Dimdimî bû nirkenirk
Dê tekel bin Kurmanc û Tirk
Pênsed mirc in, pênsed mahol
Ser Dimdimî bû golegol
Dê têkel bin Kurd û Moxol
Pênsed mirc in, pênsed mere
Ser Dimdimî toz û ger e
Dê tekel bin Kurd û Tetere
Pênsed mirc in, pênsed kuling
Ser Dimdimî bû ringering
Dê têkel bin şêr û piling