şîrê şêr di eyarê şêr de-
şêrgele hebûn şêrgele
-çi mê çi nêr-
li berpalên Agrî kite-kit dînemêr
li zaxrojan kur î kurroj
û
sîng kele! ristek xerîbî ne d’ stranekê de
hin di qefesan de lexebkirî, baz
çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan
kêl spartî çiyayê xewnan
ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî
şêrgeleyek bû Mîr Bedirxan! şêrgele hene; dûre-war... û bendî
şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî
şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinark
bi navê Leylê, û Şerefkendî! çiya sêwî ne niha bêyî wan
Helgurd sêwî ye
Sefîn sêwî, Sîpan sêwî...
çeper bêxwedî ne li Cûdî
li Lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan
kî bûn ew hokê hokan?
ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo
kî bû lo, kî bûn
ew ên dil pola
û
gurçik risas? ! şêrgele hene; bê kêl û bê gorn