Tu kezîkura mala bavê,
Li vê êlê,
Ez, simbêlkurrê danzdeh bira!
Qey çengek axa mirinê bi destê me nekeve?
Qey xurê kêra ko bû ev can?
(mîna mîha beravêtî li nav van keriyan…)
Xwiner di xemê de dixeniqe. Lê dilopek hêsîr di çavê wê de nayê. Bê acîtayson û bê hêsîr çawa ev xem hatiye hûnandin. Mirov şaş û metel dimîne.
Pirtûk bi her alî va serkeftî ye. Pêşgotina Ülkü Bîngol bigre, destnîşana Bîngol a helbestkarê Danîmarkî Peter Laugesenê ku nêrîna wê a ser helbesta, heta gotina Ahmedê Xanî ku ser ziman gotiye.