Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Cegerxwîn

CegerxwînKî Me Ez yazarı
Yazar
9.5/10
152 Kişi
681
Okunma
401
Beğeni
29,5bin
Görüntülenme

En Yeni Cegerxwîn Sözleri ve Alıntıları

En Yeni Cegerxwîn sözleri ve alıntılarını, en yeni Cegerxwîn kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
" Çiqas dijwar e, çûna bê weger. "
Destê şêx maçi mekin Ev şêx ne qutbê razi ye Tac û şewket tev xebata Destê sar û taziye.
Reklam
Evîn tu şêrîna min î Şahî û mizgîna min î Sorgul li ber bîna min î Bê te me kîngê tê tebat...
Mela rabe, evîna te Giha ber rendeşa zanîn We, rê winda û şev tarî çi Geylanî çi şîrazî Serî hilde binêr çawa Gihane jorê ezmana Me gewher perçe kir îro
Fermandariya Eşîra Mukrî
Dibêjin, ev eşîra Mukrî ji Şehrezûr hatiye û hin dibê jin fermandarê Mukrî ji fermandarê Baba derketine. Lê çawa dibî bere bî, tenê ew mirovê, ko ji vê malbatê deng daye, navê wî mîr Seyfidîn e, mirovekî jîr û zana hin xelkê Kurdistanê Çapiqlo sitandiye, lê piştî pêlakê hindali xwe civandine bi zordestî hindama Deryas ji Turkmên Dolbarîk, Axtacî, Êltemûr, Seldûz bi zorxistine bindestê xwe û eşîrên kurdên van hindaman bi navê Mukrî xistine bin fermandariya xwe û piştî pêlakê du kur, Sarim û Babaumer bi şûn xwe ve hiştin û serê xwe danî.
Sayfa 168
Fermandariya Şêrwan
Şerefxan dibêjî, kalikê vê malbatê yek ji wezîrên mala Eyyûbin Silahidîn bû, Di sala 662 de çawa dawiya dewleta Eyyûbî hat yek ji wan hate Heskîfê û kalikê vê malbatê pêre bû. Herwekû di tarîxa Mufericilkirûb de navên Şerwe û Şerwîn hatine, ko herdû jî serdar û fermandarên dewleta Eyyûbî-Kurdî bûn û bi xwe Hekarî bûn. Gelek diriste kalikê vê malbatê yek ji van herdû mirovan bî, yan yek ji zariwên wa bî, ji lewra navê wan bûye Şêrwan. Şerefxan dibêjî, sê bira Îzidîn, Bedridîn, Îmadidîn hatine kufra, lê ew mirovê, ko ji wan navdare navê wî Îbrahîm e.
Sayfa 150
Reklam
Fermandariya Çimişkizik
Şerefxan dibêjî, ev malbat bawer dikim, ko bingehê wan diçî ser mala Ebbas, apê Mihemed Peyxamber. Lê hinek dibêjin ji zariwên Selîq, kurê Elî, kurê Qasim, kurê yekî Selcoqî ne, ko li Erzerom fermandarî dikirin û ev Selîq di sala 556 koçî de bi dîlî kete destê Gurca, lê xuşka wî, ko jina Şahermenê Xelatê bû ew da berdan û piştî wî re kurê wî Mihemed Şah bû fermandarê Erzerom û piştî wî neviyê wî Melekşah, kurê Melek Mihemed bû fermandar; lê ew jî bi destê Suleyman Şah, kurê Qelîç Erselan di sala 598 koçî de hate kuştin û ji wê rojê de Erzerom kete destê Selcoqiyên welatê Rom. Şerefxan pêde diçî û dibêjî, gelek diriste, ko melkîşî ji Melekşahî derketibî. Ji ber, ko kurd navên mezin kurt û serguherî hev dikin û dixwazin bi kurtî bibêjin. Lê her çawabî berebî tenê 32 keleh di bin destê wande bQn, çawa, ko şazde hindam heta îro jî dibin fermandariya Gimişkizikan de ne û ji vê malbatê re dibêji Melkîşî(Melekşahî)
Sayfa 143
Fermandariya Kelhor
Şerefxan dibêjî, kok û bingehê vê malbatê ji mala Guhderzê kurê Keyo ne, ko di dewleta Keyanî de fermandarê Babil bû û navê wî Reham bû, bi leşkerekî giran ve çûye ser welatê Şam û Felestîn û welatê Misrê û gelek talanî, wêranî û zor û setem bi ser van weleta de barandine û ji cihiwa gelek kuştine.
Sayfa 140
Fermandariya Mirdasi
Herwekû Mihemed Emîn Zekî Beg ji kurê Esîr diguhêzî û dibêjî, kurê Esîr, serokê êla Benînumeyr di sala 416 ê koçî de bi hêvîkirina Salih, kurê Mirdas, fermandarê Heleb, bajarê Riha ji Ehmenxanê kurê Merwanê kurd, fermandarê Farqîn û Amed sitandiye.
Sayfa 133
Fermandariya Mirdasi
Dibêjin, di serê pêşî de ev Pîr Mensûr li nav Hekarya rûniştiye û paşê hatiye welatê Egil û li gundê Pîran rûnişti ye, tekyexanak ava kiriye û nimêj û rojî gelek kirine û girtine û rêçika islamê rê kurdên hov û nezan daye û xelkê welêt pê hatine xapandin û li hawîr civiyane û hêviya qenciyê jê kirine û li gora baweriya wê çaxê hin tiştên kesnedî jê dîne û dawî gelek dewlemend bûye û di nav wan kurdên reben û nezan de bûye fermandar .
Sayfa 133
Reklam
Fermandariya Mirdasi
Herwekû Şerefxan Beg dibêjî, hatiye gotin, ko ev malbat ji Ebbasiya veketine û ew mirovê pîşî, ko hatiye nav Mirdasan, Pîr Mensûr, kurê seyid Huseynê Lenge, mirovekî olperest, derwêş û xwedênas bû. Li gora wê nivîsara, ko li nik wan heye li bavê 17 digihêne ser EIî, kurê Ebbdelah, kurê Ebbes, apê Mihemed peyxam.ber.
Sayfa 132
Fermandariya Bane
Hindama Bane ji du kelehan gihayehev, pîroz û Şêwe. Dikevî navbera Erdelan, Baban, Mukrî û ji vê malbatê re dibêjin mala îxtiyaridîn.
Sayfa 129
Fermandariya Siwêrek (Siweydî)
Kok û binyada vê malbatê digihê ser mala Bermekiya, Her wekû Bermekî bixwe jî ji mala Sasan veketine.
Sayfa 124
Fermandariya Biradost
Şerefxan dibêjî: Koka vê malbatê ji nav eşîra Goran derketiye, lê Biradostî dibêjin, ji zariwê Mîr Bedir, kurê Hêsenweyhê Berzikanî ne, ko padîşahê Dînewer û Şehrezûr bûn.
Sayfa 120
Fermandariya Silîvan (Farqîn), Qulp û Batman
Şerefxan dibêjî, ev malbat ji mala Emewiyê Erebin, lê bixwe dibêjî ji mala Merwanê Emeyî ne. Tenê gelek diriste, ko Şerefxan Beg divir de şaş çûbî û ev malbat ji mala Mervaniyê Kurd bin, ji ber ko Mervaniyên Kurd li vê hindamê 130 salî serbixwe fermandarî kirine û paşê ji hev ketine û li ber destê fermandarên bêgane mane.
Sayfa 112
1.500 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.