"Sé navên Tarxan Beg hebûn. Dewlata Îranê jê re digot: Mirpeco, mileté wî jê re digot: Xanê Çavbelek û xelkên din ji jê re digotin: Tarxan Beg. Tarxan Beg meriveki bejn dirėj û zexm bû. Sekna wi, wek a şêrekî bû. Her tim cilên mirtiyê li xwe dikirin. Șal û şepikên wî, bi tizbiya wî re wek av û kani dibû. Simbêlên wî yên reş û gur, çavên reş û belek bi awirên heybet re, mina efsûnekî çîroka ji dîrokê bû. Tarxan Beg miroveki zana bû. Bi Kurdi Tirki, Erebî û Farisi dizani. Di derheqë dirok, huner û civatan de gelek tişt dizanin."
Xenî Temo kurekî Evdal disa hebuye.Bi navê Mihê kurê wî yê heq buye.
Surmelî Mehmed Paşa neviyê Ishak Paşayê Bazidiye.
Evdal him dengbêj him jî şêwirmendê Surmelî Mehmed Paşa ye.
Navê jina Evdal Eyşan e.
Gula Bavfile divê kê denbêjiyê de min têk bibe. Ger ew min qebûl bike. Ezê bibim helala wê. Evdal Gula Bavfile têk dibe lê wî naxwaze. Ber ku xwe Eyşê re zewicîbuye.
Niviskar Fewzî Cîwan berhema xwe a bi navê Nêçiwan. Bi heşt (8) çirokê klama kiriye serpêhatiya wan ragihane xwînera.
Çirok wekî klamê dengbêjiyê ser evîn, dirok xwezayê û ser civatê sekiniye. Lê şayesandin û pênase ne mîna klamane ,hema bêje qet tine. Ser hurgiliyan qet nesekiniye. Zimanê wê jî wek çirokan xaliye.
Çirok hîn agahiyên (#203737563 )balkêş li ser Evdalê Zeynikê dide.
Bi vî awayî em dikarin bêjin ê ku nû dest xwendina Kurdî kirine . Dikarin bi dilekî hêsan bixwînîn.
Pirtûka Nêçîrvano ji heşt (8) çîrok û serpêhatîyên kilamên dengbêjan pêk tê. Nivîskar çîrok û serpêhatîya kilamên navdar ên ku dengbêj bi salan e dibêjin û di nava civakê de cihê xwe girtine û bûne malê gel nivîsandine û tevî forma wan ya dengbêj dibêjin jî di nav hev de hûnandine. Bi vî rengî mirov hem çîrok û serpêhatîya kilamê hîn dibe hem jî kilamê bi xwe dixwîne.
Nivîskar çîrok û serpêhatiya kilamên wekî Evdalê Zeynikê û Surmelî Mehmet Paşa, Evîna Gulê û Çerçî, Hesen û Asê, Nêçîrvano, Evdalê Zeynikê û Şêx Silê, Qazê û Quling, Xecê û Edûlê û Şerê Terxan bi awayekî serkevtî hûnandine û pêşkêşî xwendevên xwe kirine. Pirtûk di tama folklorê de ye û xwendevan dibe dîwana dengbêjan.