Nêçîrvano

Fewzî Ciwan
Tahmini Okuma Süresi:
3 sa. 38 dk.
Sayfa Sayısı:
128
Basım Tarihi:
2021
Yayınevi:
Sitav Yayınları
ISBN:
9786257734288
Ülke:
Türkiye
Dil:
Türkçe
Reklam

Yorumlar ve İncelemeler

1/10
·128 syf.··
2023 9. kitabı
Niviskar Fewzî Cîwan berhema xwe a bi navê Nêçiwan. Bi heşt (8) çirokê klama kiriye serpêhatiya wan ragihane xwînera. Çirok wekî klamê dengbêjiyê ser evîn, dirok xwezayê û ser civatê sekiniye. Lê şayesandin û pênase ne mîna klamane ,hema bêje qet tine. Ser hurgiliyan qet nesekiniye. Zimanê wê jî wek çirokan xaliye. Çirok hîn agahiyên (https://1000kitap.com/gonderi/203737563 )balkêş li ser Evdalê Zeynikê dide. Bi vî awayî em dikarin bêjin ê ku nû dest xwendina Kurdî kirine . Dikarin bi dilekî hêsan bixwînîn.
Edebîyata Kurdî
NêçîrvanoFewzî Ciwan · Sitav Yayınları · 20218 okunma
Ji bo bîranîna dengbêj Reso û hemî dengbêjin nemir
10/10
·128 syf.··
2023 14. kitabı
Pirtûka Nêçîrvano ji heşt (8) çîrok û serpêhatîyên kilamên dengbêjan pêk tê. Nivîskar çîrok û serpêhatîya kilamên navdar ên ku dengbêj bi salan e dibêjin û di nava civakê de cihê xwe girtine û bûne malê gel nivîsandine û tevî forma wan ya dengbêj dibêjin jî di nav hev de hûnandine. Bi vî rengî mirov hem çîrok û serpêhatîya kilamê hîn dibe hem jî kilamê bi xwe dixwîne. Nivîskar çîrok û serpêhatiya kilamên wekî Evdalê Zeynikê û Surmelî Mehmet Paşa, Evîna Gulê û Çerçî, Hesen û Asê, Nêçîrvano, Evdalê Zeynikê û Şêx Silê, Qazê û Quling, Xecê û Edûlê û Şerê Terxan bi awayekî serkevtî hûnandine û pêşkêşî xwendevên xwe kirine. Pirtûk di tama folklorê de ye û xwendevan dibe dîwana dengbêjan. NêçîrvanoNêçîrvano
Edebiyat
NêçîrvanoFewzî Ciwan · Sitav Yayınları · 20218 okunma