De lê xin bavê bavê mino de lê xin
Sustema ji stûyê xwe da bînin
Qondaxê marteliyan û çapiliya li erdê xin,
Em hene ji berê di paş da qaçaxê Romê ne firarê dewletê ne
Hela danê hela danê
Egîtê mala bavê min nemayê hela danê
Ez ji te ra sond bixwim sonda qesemê bi navê Qur'anê
Berxê mala bavê min bîna barûdè hildane
Sond xwarine bi teleqê jinberdanê
Heya mêra nekujin bi selametî ranabin ji erasa vê meydanê