Dest deyne ser dilê min,
tu derdê dilber mepirs
Li çavên min binêre,
bade û meyger mepirs
Dema 'eşq leşker kişand,
‘alema can bi dest xist
Rewşa min ji 'eşqê pirs,
ji minê mirar mepirs
Mewlana Celaleddînê Belxî
Cana min î
Cana min î cana min î cana min
Tu ya min î ey rûhê rewana min
Şaha min î layiq î evîna min
Tu şekir î layiq î mijana min
Nûra min î kerem ke nav çavê min
Çavê min î kaniya jiyana min
Gulê te dît, ji sosinê re we got:
Selwiya min hate gulistana min
Ji sotîdilan tu kîjan î bêje
Zulfa te ye halê perîşana min
Ey werîsê zulfê te bû qeyda min
Çala çenê te kire zindana min
Bi çepkan û mestane ku va diçî?
Were ba min ey gula xendana min
Mewlana Celaleddînê Belxî
Qurre bim bibore, lew sermestê te me
Qesda canê'm meke, lew di destê te me
Dibêjî "Erda Xwedê fire ye fireh"
Ey can herim ku? Bende w berdestê te me
Mewlana Celaleddînê Belxî
Dibêjî min çira yî ez çi zanim
Wek Mecnûn li çola yî ez çi zanim
Dibêjî min "tu bi vê ah û zarê
Ji eşqa min nemayî" ez çi zanim
Di nav pêlên evîna te asê mam
Dibêjî "li ku mayî" yî ez çi zanim
Dibêjî min, "li qurbangeha canan
Ma natirsî ku tê yî?" ez çi zanim
Mewlana Celaleddînê Belxî
Ew sûretê rûhanî, ew hekîmê Yezdanî
Ew Yûsifê Ken'anî, ji Wî kêr li dest xistim"
Xweş xweş bi nik min ve hat, dest danî ser dilê min
Got "tu'j ku yî canê min?" Min got: "evînperest im"
Ew qewmê'j rê derketî, çêleka zêrperest bûn
Heywana derê han bim, ger ne evînperest im
Mewlana Celaleddînê Belxî
Darek û agirek min dît,
digote min "eya canim!"
Min vexwend cem xwe ew agir,
ma qey Mûsayê Îmran im
Were ey can, tu Mûsa yî,
ev beden jî asayê te
Ku te min girt asa me ez,
ku te berdam şahmeran im
Mewlana Celaleddînê Belxî
Ne ez ez im ne tu tu yî ne tu ez im
Hem ez ez im, hem tu tu yî, hem tu ez im
Ez bi te wusa me ku ey bedewa Xotenî
Şaş dimînim ku ez tu me ya tu ez im!
Mewlana Celaleddînê Belxî
Jêrenot
Xeten an jî Xoten: milk û aqarê welatê Xetenê û textê sultanê Xetayê. Xeten û Xeta du bajarên welatê Turkistana kevn in ku cih û warên xezalên miskê ne. Dilber û bedewên wê jî meşhûr in.
Em kafirê eşqê ne û misilman tişkî din e
Em mêrûyên belengaz û Silêman tişkî din e
Ji me rûyê zer û libasê kevn teleb ke
Bazara etles-firoşan tişkî din e
Mewlana Celaleddînê Belxî