Te hîç aşiqek dîye ku têr bûye ji vê sewdayê?
Te hîç masîyek dîye ku têr bûye ji vê deryayê?
Te hîç neqşek dîtîye ku ji neqqaşê xwe revîye
Te hîç Wamiqek dîye ku 'ozr xwestibe ji 'Ezrayê(1)
Dest deyne ser dilê min,
tu derdê dilber mepirs
Li çavên min binêre,
bade û meyger mepirs
Dema 'eşq leşker kişand,
‘alema can bi dest xist
Rewşa min ji 'eşqê pirs,
ji minê mirar mepirs
Mewlana Celaleddînê Belxî
Dibêjî min çira yî ez çi zanim
Wek Mecnûn li çola yî ez çi zanim
Dibêjî min "tu bi vê ah û zarê
Ji eşqa min nemayî" ez çi zanim
Di nav pêlên evîna te asê mam
Dibêjî "li ku mayî" yî ez çi zanim
Dibêjî min, "li qurbangeha canan
Ma natirsî ku tê yî?" ez çi zanim
Mewlana Celaleddînê Belxî
Cana min î
Cana min î cana min î cana min
Tu ya min î ey rûhê rewana min
Şaha min î layiq î evîna min
Tu şekir î layiq î mijana min
Nûra min î kerem ke nav çavê min
Çavê min î kaniya jiyana min
Gulê te dît, ji sosinê re we got:
Selwiya min hate gulistana min
Ji sotîdilan tu kîjan î bêje
Zulfa te ye halê perîşana min
Ey werîsê zulfê te bû qeyda min
Çala çenê te kire zindana min
Bi çepkan û mestane ku va diçî?
Were ba min ey gula xendana min
Mewlana Celaleddînê Belxî
Ji kitêbeke xwesh û tije beytên evînîyê merheba!
Ev pirtûka ji xezelên mewlana pêk tê bi zimanekî gelek herikbar hatiye wergerandin. Mamoste/nivîskar Hayrullah, wergerên Mewnewî ji zimanê Farisî hem kovara Nûbiharê de li ber çavan dikeve hem bi vê kitêbê xezelên Mewlana bi me dide nasîn û hezkirin.
Kitêb bi du beşan pêk tê;
Beşa yekem, wek navê pirtûkê de jî gotiye 100 Xezelên Mewlana yên bijartî, digel Farisiya wan cî digre ku bona xwînerên zimanê Farisî dizanin rehettir bîne ber hev ku bixwînin. Beşa duyem de jî Çend wergêran ji Mewnewî û 33 rubaî/Çarînên Mewlana ye. Dawiyê de jî hin peyv û têgehên ku xezelan de derbas dibin re ferhengokek cî danîne.
Min ji vê kitêbê gelek xezel û çarînên Mewlana hez kir.
Kêm be, ne zêde be lê divê xwesh xwendin be.
Ji bo Mewlana û eşq ku gotineke nexweş hatibe kirin, bi rastî ew kêmasî û qirêjdîtina xwedîyê gotinê ye û ew dê li wî veger e. Mîna eşq, her çi gotinên ku payebilindahîya Mewlana bîne ziman, wê kêmanî tê de hebe. Wergera Mamoste Hayrullah Acar gelek serkeftî ye. Ji aliyê din ji ber nêzîkahîya zimanê Kurdî û Farisî, germahîya gotinan û tehma forma metna orîjînal bîhna xwe wenda nekirîye. Bi hêvîya xwendineke dilgermî...