Ez çi bikim vê sibengê heval û hogir, min dikenin
Dibêjin dosta te xirab e malxirabo şîşman e
Girêdana kembera zêr û zîvîn li bejnê nayê
Ez ji we ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê, bi dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê
Dayîka donzdeh dergûşan be
Gulîkî wê reş be yek spî be
Heya sax bim li dewrana dunyalika derewîn
Ez ê ji xwe ra wax bikim gidîno gelo ne ez dimirim li dunyayê
Rûpel 295