Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

İbrahim Şahin

İbrahim ŞahinAntolojiya Dengbejan-2 yazarı
Yazar
Çevirmen
9.9/10
9 Kişi
19
Okunma
5
Beğeni
640
Görüntülenme

İbrahim Şahin Sözleri ve Alıntıları

İbrahim Şahin sözleri ve alıntılarını, İbrahim Şahin kitap alıntılarını, İbrahim Şahin en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Dema berê xwe bide welatê xerîb û xerîbistanê Ez ê cotê reş guliyê xwe jêkim Ji hespê pismamê xwe ra bikim doxhefsar e Xizêma pozê xwe bikim bizmar e Kembera pişta xwe bikim nal e Dema bikeve nav heval û hogirên xwe de Bila kes nebêje Genc Xelîl kurmanc e Kurmancekî bêpergal e
Min digot qey tu mêr î, tu camêr î Min got: Kotiyê mêra ne li mal e Tu yê şeva îşev bişkînî cam û camekana Şûşe û pencera zirza derî Şeva xwe li nav taxima sîng û berê min esmerê da bibihêrî Min nizanî tu ne mêr î, ne camêr î Tu ji miskînê heramê mêrê min newêrî
Rûpel 311
Reklam
Emrê min sed û yek sal be Çend têlên spî li çena min peyda be Heya dinya xweş ava be Ez ê wax bikim ji bona te ye
Ez ê ji te ra bi Horyan Baba kim bi Gurgur Baba kim bi Uryan Baba kim bi Gozel Baba kim Dede Mexsût, Dede Mirad kim Ocaxa ewdê Bilîsê kim Mala Hecî Heyderî Kêrsê kim Şêx Ehmedê Amasiyê kim Bi Seydayê Taxê kim Şêx Eliyê Paliyê kim Şêx Şabedînê ewdê Diyarbekirê kim Ocaxa erdê Xirtê kim Şêxê Çoxreşiyê kim Mala Seydayê Nêhriyê kim Şêxê Tiloyî kim Şêx Eşûrê Erebî ewladseyîd ê dostê Xwedê kim Şêx Badînê ewdê Dignûgê kim Şêx Evdila şêxê Milazgirê kim Bi ocaxa Şêrwêranê, Gogoxlanê, Qizqapanê Şexsan û zaretê serê Kosedaxê, Gilîdaxê, etegê Sîpanê kim bi Încîla Îsa kim, bi Tewrata Mûsa kim bi Zebûra Dawid, bi Qurana ser çokê Mihemed Mistefa kim Eger tu yê têyî were, gava tu nayê herçî sondê min sond xwarine Berxê temamî xenîmê can û bedenê te û dê û bavê te bin
Kubara Şîşman
Ez çi bikim vê sibengê heval û hogir, min dikenin Dibêjin dosta te xirab e malxirabo şîşman e Girêdana kembera zêr û zîvîn li bejnê nayê Ez ji we ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê, bi dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê Dayîka donzdeh dergûşan be Gulîkî wê reş be yek spî be Heya sax bim li dewrana dunyalika derewîn Ez ê ji xwe ra wax bikim gidîno gelo ne ez dimirim li dunyayê
Rûpel 295
Bi destê bavê Şêx Eli Riza şêxê îrşadê Dîrega dînê Îslamê Teyrê Îspirî¹ girtiye Li suka bajara Diyarbekir û Sed siwarê bir ber daraxacê Dusid suwarî dane destê Huruman û Tatan û Lazan Serê van şêxan û murşîdan ji xwe ra bi balta jêkir nemînim
Rûpel 67 | 1 Teyrê Îspirî: Şêx Seîd
Reklam
Bi gotinê alim û kitêba dibê: Herçî kesê gulleya ûris pêra lêkeve Xalis şehîd e, şik û şubhe ji bonê tune.
Rûpel 75
Zozanê me Serhedê Meriv konê xwe dayne Çadira xwe biçikîne Çend rojeka mêvanê nava taxima sîng û berê Qazê da bisekine Lezetê ji bedena xwe bibîne
Jin jêderka herî mezin a dengbêjiyê ye. Kultura Kurdan di bîr û hişê jinê de dewisandî ye, veşartî ye. Kultura Kurdan di bîr û hişê jinê de di kurkbûyinê de ye û di şert û mercên guncav de aj dide. Kesê ku xwedî alet hacetê wejêyî di desta de ye dikare ji vê kurkmayinê berhemên bedew û edebî derxîne.
Rûpel 27
Xwezila miskîn û heramê mêrê te bimira, Kevnajina min bi ser da Em ê biçûna welatê xerîb û xerîbistanê Bira kesekê me nasnekira
Reklam
Dengbêj Şakiro dema 6-7 sali bûye li Cemalvêrdiyê ew û kekê wî Salih demançeya bavên xwe bi dizî ji mal hildigirin û pê dilîzin. Kekê Dengbêj Şakiro, Salih jî bi qesta listikê berê demançê dide wî û berdidê. Ji diranê kursî yek dipeke aliki çeneya wî birîndar dibe, gule di alîkî sîngê wî de dimîne. Piştî birina ser doxtor û tedawîkirinê baş dibe. Xalis Begê kurê Evdilmecid Begê ji bo tedawîkirina wî hewlek balkêş dide. Lê ev bûyer li ser Dengbêj Şakiro bandoreke mezin dihêle. Heta dawiya temenê xwe bi awayê kuxikê lê der dibe.
Rûpel 34
Gelo fenanî belekiya berfa qûntara çiya yî Na wele malxirabê Tu çîçeka rexê vê belekiyê yî
Min sond xwarî bi sonda qesemê Terka delaliya dilê xwe nakim heyanî navê min û delaliya dilê min bi hev ra dernekeve li bajara vê Edenê
r.141
Şerê Selanîkê
Keko Selanik, Çetelcê, Edirne, Isqudred, Iskod Ji xwe ra mabû li mehserê ye Bavo emelyan e Xwedyê emelya ne bav e, ne bira ne ne kes e, ne xwedî ye, ne guman e şer û şerê bi sungiya ne Tirka namûs firotiye bi peran e Sêr bike li cinyazê lawê bavan e Musulman di nava gawir û ejnebî da bêxwedî mane Gumana me li jorê ji Xaliqê Alemê Rebê Jorîn mîrê mîran e. Li jêrê pênsid jinê Lazan e Zendê spî çîl û qerqaş hildane Dişon cinyazê şehîdan û xaziyan e Misilmana derdixin ji nav duwalê gawir û ejnebiyan e Bîst û çar saeta ber dînê xwe da canê xwe feda dane
Rûpel 79
Li ba kurdan Lades - Yadest - Cinaqşikandin
Mesela kew û dîk û teyran da cinaq¹ heye. Tînin ewî cinaqî du mirov dikişînin û dişkînin. Êdî ew her du mirov her çi yek mesela fîncana qehwe, fêkî an jî tiştekî bide destê mirovê din gerek ev şert her dem di bîra wan da bimîne. Ew mirov ku mesela hevalê wî tiştekî bidê, gava ew ji dest bigire divê bibêje ku "min li bîr e". Ger ji bîr bike û nebêje, ew mirovê ku tiştek dide destê hevalê xwe, dibêje ku "yadest" an jî "şertik". Ger ewî wilo got, ewî şert ji hevalê xwe biriye.
cinaq: hestû - hestiya ladesê
75 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.