Kadir Çelik uzun senelerdir avrupada yaşayan bir yazar. Éşname onun çocukluğu ve doğduğu topraklara atıfları,özlemleridir. Ve çocukluğunu anlatırken babasına olan özlemini dile getirir durmadan.
Öyle ya şiirin kendisi hem dokunuş hem de insanın hayatına dokunan derin izlerdir. O derin izler ve dokunuşları şiirin her yanında hissetmek mümkün Êşname de.
Siya Dirêjokuduğum ilk Kürtçe şiir kitabı. Açıkçası Kürtçemin biraz yetersiz olduğunu düşündüğüm için başta okumaya pek sıcak bakmıyordum , ama beklediğim gibi değildi bilmediğim kelimleri araştirıp Kürtçe kelime dağarcığımı biraz daha genişlettiğimi düşünüyorum ve bundan dolayı mutluyum. Hala okumadıysanız tavsiye ederim.
Çok akıcı bir şiir
...
Şeva çûyî kevok difırîn
Ji dorhêla êşên min
Şeva çûyî zarok digirîn
Li keviya xewnên min
Şeva çûyî demsal dimirin
Li nava destên min
Şeva çûyî
Şev dirêêêj dibû
Şeva çûyî
Şev dibû gelek şev
Asîmanên welatên biyan
Hemî taviyên baranê
Di çavên te de veşartibûn
Te dilûband
Te dinaland
Te dihejand
Û ez ji san awazên li ser lêvên te diricifîm
Têr nedibûm tu caran
Hawara goristanen e li welatê min
Genim di qalikên xwe de diderizin
Pel li şaxen daran direwisin ji ber xwe ve
Şîn e
Hewar e
Û li eniya demê
Deqeke ji rengê xwînê
Tim li wir niştecih
Tim li wir xumal
baranek dibarî bi ser bajêr de
Bêhna axê belav dibû li ruyê kolanan
Dem payîz bû
Çûkan berê xwe dabûn koçberîye
Û min di dilê xwe de
Helbestvanek şiyar dikir ji xew
Da ku şîna goristanên di dilê min de
Bigerîne
Di rondikên çend bend û peyvan de
...
Hesreta te dibore di çarînên helbestekê re
Bayekî sûtar
Rûyê min dalêse bi gewzegerî
Bi birîn im
Dilşikestî
Xemgîr melûl im
Û çendin hozan im vê kêliyê
Tu nizanî
Di bin berfê de bû bajar
Di xew de bûn rê û rêç
Qama te
Di nav pûka berfê de wenda dibû
Tenê keserek dima
Awazeke sêwî dima
Û birîneke xwedanenas dima
Li kêleka êşên ji êşandinê bêzar