Roj disincire
Pereng dadikevin rûyê erdê
Awirên min bi fırîna pepûleyan dikevin
Naz û Nazdar
Tivîlkek li ser dareke gumreh
Perên xwe diçirpîne bi şûmî
Dem bihar e
Di kefa destê min de kenê berfînan
Bı bejna çiyan ve dikim bı sûtarî
Şeyda me
Li ser zimanê min straneke rûgêr
Li benda hatina te me bedewê
Di sehera sibê de
Di nav pencên bayekî sar de wenda dibû
Pêjna birayê min ê çiyayî
Û ji dayika min a birînpêç re dima
Haşkirina dilê min ê biçûk
Yê ji 40 parçeyî
Asîmanên welatên biyan
Hemî taviyên baranê
Di çavên te de veşartibûn
Te dilûband
Te dinaland
Te dihejand
Û ez ji san awazên li ser lêvên te diricifîm
Têr nedibûm tu caran