Di sala 1977an de li Hezroya Diyarbekir hatiye dinyayê. Ji Zanîngeha Stembolê beşa Erdnîgariyê mezûn bûye, li Stembolê dijî. Berhema wî ya yekem Asûs e.
Hin şevan min te di xew de didît. Tu dibûyî çiraveke bîno, te ez kaşî hundirê xwe dikirim. Her ku min li ber xwe dida ez xerq dibûm. Heta ku bi kelobîn ji xew şiyar dibûm. Ez ditirsiyam ku şevekê di xew de bifetisim.
Li navçeyekî xeyalî (Asûs) ..
lê çîrokên rasteqîn..
Roman di nava bîranîn û jiyana îroyîn de diçe û tê diçe û tê.
Zêde nikarim hûrgilî behsa romanê bikim lê dikarim tenê tiştekî bêjim
Divê mirov,
gava kê pesnê salên 90î bide vê pirtûkê bavêje ser çavê wan..