Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Melayê Bateyî

Melayê BateyîHemû Helbestên Wî û Mewlûd yazarı
Yazar
10.0/10
1 Kişi
8
Okunma
15
Beğeni
2.134
Görüntülenme

Melayê Bateyî Gönderileri

Melayê Bateyî kitaplarını, Melayê Bateyî sözleri ve alıntılarını, Melayê Bateyî yazarlarını, Melayê Bateyî yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu?
Melayê Bateyî
Melayê Bateyî
Zembilfiroş
Ey dil were dîsan bicoş Carek ji caran mey binûş, Bikin qiseta Zembîlfiroş, Da seh bikin hikayetê. Zembîlfiroş lawkê rewal bû, Bi kilfet û ehl û eyal bû, Husnekî Usiv Lili bal bû,
Reklam
Ya Reb Hewar
Ya Reb hewar sed car hewar Perwan û qet nagrin qerar Xweş muhbetî havîtî nar Ya Reb tu yî dermanê min Sed car hewara thekemî Ya ageh darê ‘alemî Derman bike vî elemî
Subhan Ji Mîrê Qadirî
Subhan ji mîrê Qadirî Adem ji tînê çêkirî Qalib bi rûhê hey kirî Wesfan çi bêjim ya Rebî! Wesfê di mîrê ekber e Kê taqet e ket defter e Her Wahidê witr e fer e
Qiblegeha Aşiqan (Kê Yî Tu)
subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu bo xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘eden nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen ahûya
Ji Çirya Paşî Pê Da
Ji çirya paşî pê da Melayê Bateyî kanê Sefer kêşa bi Miksê da Li ser weqtê zivistanê Zivistanê evî yolê Evî beryê evî çolê Mijê avête derdolê
Reklam
Ger Tu Nazik Sorgul Î
Ger tu nazik sorgul î Ez bilbilê mestane me Horiya reşkakul î Ez aşiqê dîwane me Horiya firdewsa ‘alî Qumriya baxê cemal î Ger tu şem’ î wer şemal î Ez ‘eceb perwane me Xwoş şemal î mihr û mah î Nazika ebrûsiyah î Ger tu şah î padîşah î Ez xerîbê xane me Padîşahê hullepoş î Afitab ser tasê noşî Ger tu mestê meyfiroş î Ez qûlê meyxane me
Ey Netê Tû
Ey ne`tê tû ez erş heta ferşê şehîra Ey pertewê nûra te cîhan geşte munîra Ey seyyidê alem bike perwayê esîra Qed kane leke`l-fedlû lek el cûdû kesîra Ursilte île`l xelqî beşîren we nezîra Taha tu resûlê milkê erşê ezîm î Der behrê kemalî tu tenê durra yetîm î Lu`lu` sifet î der sedef î behrê kerîm î Ehsentir î ez Yûsufê sedîqê helîm î Ma kane
El Wefayî Wesla Canan Xemzîdara Min
el wefayî wesla canan xemzîdara min nehat ya tu qelbê asiqan î, gulnîgara min nehat mam di qeyda derd û daxan xemgusara min nehat subhe nabit wê şevê dengê menara min nehat derd û dax im, bê qerar im, bê bihar im, bê çîmen bê hebîb im, bê tebîb im, hem xerib im bê weten şubhê yaqûbî ji işqa yûsifê gulpîrehen mûnisê derd û xeman im
Di Nav Qewmê Xerîb
Ya Îlahî ez xerîb im daîma her dil kebîb im Bê hebîb im bê tebîb im mam di nav qewmê xerîb Metrûkê bab û bira me sohtîyê şem' û çira me Kuştîyê dest dîlbera me mam di nav qewmê xerîb Kuştîyê tîra xedar im kes nenas im ez dizarim Ez feqîr im ustuxwar im mam di nav qewmê xerîb Ez feqîr im bê newa me rûreş im ez rûsîya me Racîyê 'efwa xuda me mam di nav qewmê xerîb Aşiq im bê kar û kesb im ez feqîr im dûrîdest im Serxweş û sekran û mest im mam di nav qewmê xerîb Serxweş im min hal tunîne cergê min safî birîne Her dirêjim av û xwîn e mam di nav qewmê xerîb Av û xwîna dil me kerr kir ah û wah cergê me zer kir Xurbetê hal im xerab kir mam di nav qewmê xerîb Terkê ewtana xerab e ez neçar im çare nabe Ya Îlahî dê çawa be mam di nav qewmê xerîb
62 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.