heft rojan ma ew peyv li ser wê asfaltê
çavek li xwe vekirî yê dî bi ser xwe de devgrêdayî
li wê rastê dîmêneke mirî mabû li kulmeke girtî
bermayîya çolek gotinên li lêkera hevokekê ketî
mîna kîsek pembû pijîqîbû erdê
rêyekê xwe li rûyekî girtibû rûyekî xwe li rêyekê
hatibû kuştin royek li rûdênê ava çemekî
li ser wê asfaltê heft rojan
av bi çi tê şuştin
bi kîjan çeka xewê tê guvaştin
benîyê kenê lêvên te
ma gûhîjên Zinarexê ajdane
li şaxên çermê rûgermîyê
çawa dikare keviran nerm bike
ma rima agirê tenûrê pijandiye şûşa dilê te
ma rengên ava heft kanîyên newala tayê melîsîne
li spîka awirên te
ka b`bêje
keça vînê!
na na keça evînê
kulîlka ji xwînê: xwîna ji kulilkê
av bi çi tê şuştin li welatê te
kuştin bi çi tê kuştin !
kuştin bi çi tê kuştin !!
kuştin bi çi tê kuştin !!!!!!!!
Cîya min xezalek e
hûn nizanin çi qasî xweşik e
go: neçe kûrê`m neçe
bêhna xwînê tê ji wê hêlê
sorgewez e rengê axa wê
bi çarikên
bi darên hişk ve grêdayî ne li wir
tu
çar kêm sê yî
çar carên yeka min
ez
sê kêm çar im
neçar im
tim û tim
ji ber vê yekê
kêm im ji yekê
em çar û sisê ne
sêdarka serê min
dojeha çarînên te
her tim
yek ji yekê kêm
yek li yekê zêde