Gotinek heye ku lêkolîn karekî dijware û îfadeya rastiyê ye. Çavkaniyên herî giring yên lêkolîneran şahid, ditîn û belgeyên dîrokî yên bi mijara ku pê re mijûl dibe ne. Hemberî teza dîroka fermî, tiştên ku şahidan ji me re gotine tê wateya arşîva me ya pir giring a dîroka devkî
Wexta ketinê, jinekê got ez bûm kurek min bû , ew jî sê salî bû. Got ew gede jî ji birçîna , dema digirya nedisekînî. Digot me digot ya Rebî ez çi bikim.
Jinekê jî digot welehî ez bûk bûm, min xweliya xwe , destmala xwe got min dianî dikire dîzekî, di berê de xwelî dikirine bin zara. Digot me xwelî dikire ser,em direvin me digot bila kes nebêje kes nebêje kes nizane.