Li cîhanê kêm netewe hene ku li hebûna xwe xwedî dernakevin. Li cem van qewman tu qedr û qîmeta çand, huner, ziman û sembolên neteweyî yên wan tuneye. Qewmên bi vî terhî xwe li sembol, ziman û çanda gelên serdest digrin; ji bo wan tarîx, folklor, muzîk û her tiştên ku qewmekî dike qewm bême'ne ne û loma jî ew bi gelemperî li van hebûnên xwe xwedî dernakevin.