Gidîno gava ez dimirim bibêjin Têlî
Ez dişuştim bibêjin Têlî
Kefen dikirim bibêjin Têlî
Serê min dane ber tawan û şidêdan bibêjin Têlî
Dame ser daran û darbesta bibêjin Têlî
Bi rê xistin bibêjin Têlî
Berê min dane qebr û qebristanê bibêjin Têlî
Danîme qebra reş û tarî bibêjin Têlî
Suwala akir nekir da bibêjin Têlî
Tijî li ser çavê min axa sar dikirin bibêjin Têlî
Pişta xwe bi min da dikirin bêjin qîza 14 salî, bûka rûbixêlî
Heft salî da berdilka dilê min bû
Tozek axa sar ra bû berdêlî
XEZAL DÎNÊ
Dîlber dînê sibe bû ez xezal im
ax lo rebeno lo narim deştê li minê,
gidî kembera zêr û zîvî giran e
ji eşqa dilê rezîl qêmîş nakim hayê ax lo nadim piştê hewû rebeno gidî,
hewû zalimê gilî gazin û loma ji mi neke
mi sond xwarî
sed xençerê li min xin ezê ranabim ji kêlekê hû wî lo ji teniștê
bê xezal hayê hê hê hê hê yî ye bi,
gidîno xezala mi xeyîdiye hûy ax lo bi mi ra nayê
sebrê gilî gazin û loma ji mi nekin
çavê xezala mi li revê bû, dilê xezala mi li seknê bû
tu bala xwe bidê him diçêre Rebiyo lo him dikayê
Xezal dinê sibe bû ezê bê nexweş im ax rebeno li minê lo birîn neksê
kesekê xwedanê xêra tunîni cewabekî bide xezala mi bi tenê
melhemekî çêbike ji șîr û șekir lo ji arê kilsê hewû rebeno gidî
gelî gundî cînarno temî û weyseta mi li we be ez nexweş im ez dimirin
hûnê kefenê mi bibirin çîtê dêrê qîza ax lo filankesê hewara Xwedê
bê xezal hayê hê yî gidîno xezala mi xeyîdiye hî lo mi ra nayê
çavê xezala mi li bezê bû, dilê xezala mi li seknê bû
hûn ji bona Xwedê șahde bin vê sibengê
xezal him diçêre Rebiyo lo him dikayê.
Wey axao, wey axao, wey axao
bi kavirtî têr neçêriyao, bi berxtî têr nemijiyao
ji siyaseta hikûmeta tirkiyê eman û stara xwe nediyo
şevekî di nava cî û nivîn û yataxê xwe da ranezao
Serhildana Geliyê Zîlan
Heya Dunya xweş ava be gelo vê sibengê emê ji xwe ra bigerin
li Zorava li Mala Hecî Mistefa
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê tim û tim cara sax be
li serê çolan û çiya be
heya fermana me li qanuna Tirka da rabe
ez ji te ra sond bixwim vê sibengė
ez dizanim heya sax û silamet bim di nava eşîrê da vê sibengê
derd û
Yıllarca eserlerini dinlediğim "Doğu Şairi" lakaplı Dengbej Şakıro nun hayatının ve tüm eserlerinin toplandığı güzel bir eser. Arada bir sıkılınca açıp bakıyorum. Ve okurken normal bir şekilde değil Şakıro nun seslendirdiği ezgiyle okuduğunuzu fark ediyorsunuz. Bazı eserlerin hikayesinin ve açıklamasının eklenmesi eseri daha bir güzel kılmış...
Dengbêj Hüseyno'ye Orginosê hakkında söylenebilecek sözler zaman kavramını aşar, o çıplak sesiyle hissettirdikleri insanı bedeninden soyar, alır alemi ervahın gerçekliğine götürür. Sesinin verdiği huzurla çocukluğumun görüntüleri, sesleri ve masumiyeti dolanıyor ayaklarıma. Tarih, dil ve sözlü edebiyatımızın dengbêjlik kültürünün içinde ve dengbêjlik Kürt toplumunun bir parçası olduğunu rahatlıkla söyleyebiliriz. Yazarların eline sağlık, eşsiz ve tarif edilemeyecek kadar güzel bir çalışma ortaya koymaya çalışmışlar. Bu çalışmaların desteklenmesi lazım çünkü acımasız tarih ve ateş çemberinin içerisinde kalan kadim mezopotamya halkının yasaklı dilini ortaya çıkarmaya çalışıyorlar.