Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Ömer Güneş

Ömer GüneşAntolojiya Dengbejan-2 yazarı
Yazar
10.0/10
12 Kişi
39
Okunma
0
Beğeni
507
Görüntülenme

Ömer Güneş İletileri

Ömer Güneş iletilerini, Ömer Güneş okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ez çıbkım xeder yaziki bı illahiye Geli gundi cinarno , gili gazil û loma Ji dile minin rezil nekın.
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Reklam
Şakiro
Ez nikarim evîna dilê xwe yê rezîl ragirim, hey bêçare. Ey zalim giliyê xwe neke, parsekiyê neke û aciz nebe. ♡Ez sond dixwim, ez sed xencer bixwim jî, ez ji milê te, ji berika te ranabim.♡ Rezil yüreğimin aşkına kıyamıyorum ki, hey çaresiz. Ey zalim şikayet etme, yalarışta bulunma ve alınma. ♡And içerim, yüz hançer yesemde kalkmam yanından, yamacından.♡
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Serhildana Geliyê Zîlan Heya Dunya xweş ava be gelo vê sibengê emê ji xwe ra bigerin li Zorava li Mala Hecî Mistefa ez ji te ra sond bixwim vê sibengê tim û tim cara sax be li serê çolan û çiya be heya fermana me li qanuna Tirka da rabe ez ji te ra sond bixwim vê sibengė ez dizanim heya sax û silamet bim di nava eşîrê da vê sibengê derd û
Dilber te çavreşê çavê reş bela ne Dilber te çavreşê çavê reş bela ne zerî te çavreşê çavê reş bela ne ezê bi xulama wan çav û burya kilê subhanê bi zêra ji çavê reş û belek ra tim derman e gelek camêra sebebê bejna zirav, çavê reş û belek îro bi destê jinê xwe girtin ji mal derxistin ji xwe berdane ... Dengbêj Reso
Antolojiya Dengbejan-1
Antolojiya Dengbejan-1
Bêrîvana Mala Mezin Eman eman eman... eman eman bêrîvanê hewar Xwedê gelo bêrîvanê Te şêrînê gelo kulîlka nava qizanê Malxirabê te êmîşê nav dikanê Qewala ser zar û zimanê di xortanê Wey mereqa dilê kalan û pîranê Qolê zêra kutabû ber kofîka vê kitanê Berxê gidî ew sozê te do vî çax ji mi ra dabû Gidiyê gelo qewl û qirar kanê Eman eman eman eman bê bêrîvanê. Dengbêj Şakiro
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Reklam
BI HESABÊ HESABDARA De lê lê gewrê hesabdarê welatê me hesabê xwe şaş kirin bi hesabê hîvê tu sêr bike îro sê roj ji xwe ra çûyê ji havînê sebrê tu sêr bike bira Xaliqê Alemê van sal û zemanê xirab da merû neke tora te sêrbazê, te qecerê, dilbikulê, derewînê ew çi bêbextî bû ji gavê din da di gundê xirav da te derbekî xençerê li serê dilê mi daye tu Hekîmê Loqman ji ax û berê sar tu rakî ez ji te ra sond bixwim tu cara nabîne kew û melhema hê vê birînê gidiyê gelo tu rabî cîkê mi daynî li banê qesrê li bircê kelê hewû rebenê gelo li ber pencerê hê li şaneşînê berxê bi desmala ser destê xwe li ser çavê mi bike bangê hê baweşînê sebrê hinga ez dizanim dêrisê gunda da mi ji xwe ra vê sibengê dîtibû gidiyê gelo kew û melhema hehû rebenê hê vê birînê ... Dengbêj Şakiro
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
DELÊL Delal le hayê hayê wayê ax hayê Delêl ez bi qurban sibe bû mi ji te ra nego dêr e bi min dêr e Xeyêlo dêr e bi min dêr e çêkirina Mêrdînê li pozê zinêr e rasta Ûrfayê cîkî şêr e, kaviliya Qerejdaxê mexelê pezê sorê nêr e Delêl ji malê siwar bû, siwarê seglawî nêr e pozê wî malxirabî bilind e tu cara ne berjêr e mi dî bêxwediyê
Asyayê - Şerê Li Hewşa Emir Tûman ... Ferzende bi sê denga bang dikir Besrayê rebenê agirê kulê li mala bavê ketê eva ne şerê Hesenan e ne şerê Cibiran e ne şerê heft bavê eşîran e va şerê kafirê Emir Tûman e ladînê bêdînê û bêîman e suûda mi naşixule ez bi du gulê tomatîka vî kafirî birîndar im milê mi ranabe li ber çavê mi welgerandine cinazê Silêmanê Ehmed, Keremê Qolaxasî ... Dengbêj Reso
Antolojiya Dengbejan-1
Antolojiya Dengbejan-1
Destan
KEJA MÎRÊ PALO Û SALIHÊ KURÊ MÎRÊ BERÊZ bawer bike Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka çît û perde Herranî çengelî zêrîn bi ser kon da werdigerîne gava ku meriv Kejê dibîne vê sibengê lêvê tenikê kaxitî ne diranê hûr i mircanî ne serê memkan i sor e binî spî ne sûretê sor i sosinî ne çavê reş e kildayî ne biriyê tenik û qeytanî ne fenanê benda quruxê ye diranê hûr i fenanê heba mircanê ye lêvê tenik i fenanê kaxitê Melesiyê ye mewûja reş bixwe hetanî ser kêrtikê kemberê bedena wê da dixuyêye Dengbêj Şakiro
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Reklam
Destan
KEJA MÎRÊ PALO Û SALIHÊ KURÊ MÎRÊ BERÊZ go misafiro serê mi bi heyran canê mi bi qurban tu were vê sibengê Pîrka xwe li dora lingê xwe bigerine Keja Mîrê Palo binbaşiya qîzan û bûka Çît û perdê Heranî çengelî zêrîn bi ser kon da diqelibîne destê xwe ji min ra dihejîne min hetanî ba xwe tîne go here ji mîvanê xwe ra bêje çika bi xwe seglavî bîne li hêşya konê mala bavê mi bitewlîne çika siwar layiqê hespê ye gelo layiq nîne de siwaro de bajo lê Dengbêj Şakiro
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Têlî Têlî heyran êvar e ro li ava mexrebe ye Tu rabe derdê xelkê mal û hal û temelikê dunyalikê Çavê mi li jorê li rehma Xwedê ye Berxê tu sêr bike li jêrê ji xwe ra li sîmayê lingê te ye Heft xwûnê me li ser mala bavê te hebû Te ji bona yek ramîsanekî danê esrê kir berdêlî Dengbêj Şakiro
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Keja Mîrê Palo û Salihê Kurê Mîrê Berêz Kejê dibê de were de re de were... naziko de were, mêrxaso de were palîwano de were vê sibengê malxirabo dilê mi dibêye tu rabe lêvê mi tenik i fenanî kaxitê Melesiyê ye diranê hûr i fenanê heba mircanê ye sûretê mi sor e fenanî heba hinarê ye çavê mi reş û belek i fenanê benda quruxê ye Dengbêj Şakiro
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2
Bozanê Lawê Pîrê Lo lo Bozanê lawê Pîrê ye ezê çi bikim şevê li çiyê royê li deştê ye serê sibê Bozanê lawê Pîrê derketî serê çiyê bala xwe dayê li hêşyê di nava êlê û ebrê bû qêrîna defê û dawetê ye rabû lingê xwe kiribû rikêfê berê xwe dabû nava êlê û ebrê ye bala xwe dayê govendeke digere zerîkî ketî serê sergovendê pêjgirekî herîrî di desta da tê û diçe sêsid û şêst û şeş dil diketin bejnê ye Xweda Rebiyo mewûja reş bixwe li kêderê ye dixuyê ye delal delal delal tu berxa min î can î can ... Dengbêj Reso
Antolojiya Dengbejan-1
Antolojiya Dengbejan-1
24 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.