Xaleke din jî wekî " -(b)it" bikaranîna cînavka kesandinê ya kesê sêyemîn e. Xuya ye ku ev form di Kurmanciya berê de hebûye û niha jî di hinek devokan de tê bikaranîn. Ji ber ku ev form tu alozî û tevlîheviyan di zimên de pêk nayîne,hêdî hêdî dikeve zimanê nivîskî jî. Lê zehmet e ku piştî vê demê cihê xwe di zimanê nivîskî de bigire. Di dîwanên wêjekarên klasîk ên Kurd ev form bi xurtî hatiye bikaranîn. Em dişên ji Dîwana Melayê Cizîrî çend beytan wekî mînak pêşkêş bikin:
Yar divê hakim !bitin qewlê reqîban guh !nedit
Şahê milkê dîlberê dê fa'ilek muxtar !bit
Sayfa 140 - Enstîtuya Kurdî ya stenbolê 1992Kitabı okudu
Di hin devokên Kurmancî de ergatîvî ji holê rabûye. Ev yek bi du awayan pêk hatiye. Li herêmên di bin bandora tirkî de, lêkerên gerguhêz di dema borî de jî wekî demên din li gorî kirdeyê tên kişandin. Bo nimûne, li şûna
"Min xwest ez te nas bikim", " ez xwestim te nas bikim." tê gotin.
Her wiha li şûna "Min nan xwar" , "Ez nan xwarim" tê gotin. Ev cure têkçûna Ergatîvîyê li Kurdistanê zêde ne berbelav e, li hinek deverên Amedê bi ber çavan dikeve. Lê awayekî din ê têkçûna Ergatîvîyê heye ku li seranserê Kurdistanê berbelav e û di gelek devokên Kurmancî de heye.
Sayfa 89 - Di devokên Kurmancî de têkçûna ergatîvîyêKitabı okudu
Hûn dixwazin fêrî zimanê kurdî (kurmancî) bibin?
Keremkin vaye Rênîşa we...
Ez dikarim bibêjim ku heya niha li ser Rêzimên min tu pirtûk mîna vê pirtûkê, bi berhevkariyeke berfireh û giştî nedî. Samî Tan bi rastî jî kedeke pîroz daye û ev pirtûk ji bo me amade kiriye. Her çiqas hin kemasî tê hebin jî,ji bo ku kesek hînî rastnivîs û rêzimanî(gramer) bibe berhemeke tekane ye.
Naveroka pirtûkê pir dewlemend e; destpêkê ji aliyê binyadê ve zimanê kurdî vedibêje û paşê Denganîya Zimanê Kurdî digire dest.Li ser Peyvzanî, Watenasî, Ergatîvîya Kurdî û Beşên Axaftinê bi awayekî berfireh agahî dane.
Wek Mijar; Pirtûk ji;
- Navdêr
- Cinavk
- Hevalnav (Rengdêr)
- Hoker
- Daçek
- Gihanek
- Baneşan
- Jimarnav
- Hejmarên Hokerîn
- Lêker
- Hevoksazî
- Rastnivîs
- Xalbendî (Niqteşanî)
Anku ji van mijaran pêk tê.
Pirtûk têr û tije ye, demildest werin bixwînin û gava we xwend jî pir û pir nîşeyan jê bigrin.
Fermo!
Ji hêla axaftin û nivîsandinê de Fêrî Kurdiyeke Zelal û pak bibin. Û pê re jî, ji bişaftina zimên pak bibin:)