Ev hezar û çarsed sal e
Li welatê min "enfal" e
Ser û mal û namûsa min
Li dijminê min helal e
Evan misilmanên qeşmer
Îslam li min kirin xencer
Bi ayeta enfala reş
Muhemed jî kirin Hîtler.
xeyalê ez firandim
l'nav stêra gerandim
me xem neman di dil de
stêra girtin govend e
di xeyala gulê da
ketme xêra xwedê da
xeyala bê tirs û rev
ax pa çi qas xweş e ev
xewna şad û xemrevîn
keyf û huner û evîn
dinya ne wek cara ye
kelekvanî nemaye
piro bûye bexçevan e'jî bûme dergevan
evro ez dergevan im
maşalla xwendevan im
her dem li nav reza' me
têra xwe şareza me
evîndara rezan im
qedré huner dizanim
li gor nimra evînê
hazir be şeva înê
pira evingehê me
sala şêst û nehê me
xwe ji rê varî neke
çavê xwe tarî neke
xwînê bide erdê xwe
derman bike derdê xwe
azadiyê bistîne
an jî bimre, nemîne
ma dem azadî nîne
mirin ji bo te jîn e
gava ku tê bêriyê
ez dibezim pêşiyê
bi lez diçim dibînim
des gerdenê wertînim
d'ramûsim dev û lêva
jê distînim du sêva
şivan hemî dilpak in
bo mêvana pir çak in
şîn û şadî dikin cengê
perîşan im di beynê da
dilo, jaro, evîndaro
gul mêvan e di xewnê da
ken û girî nehêlane
şev û roj û dem û sal e
digel mey e salê carek
tu xudê dilo ev hal e?