En Eski Sebrî Botanî kitaplarını, en eski Sebrî Botanî sözleri ve alıntılarını, en eski Sebrî Botanî yazarlarını, en eski Sebrî Botanî yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ger tû jîr û çeleng î
Bo çi hosa'bêdeng î ?
Wêrek be qet ne tirse
Weke mêran bipirse
Kanê xak û avên me
Ka nişan û navên me
Bilind bike dengê xebat
Geştir bike rengê welat
Heta kengî dilteng î
Ma ne bes e bêdengî ?
Gelo boçî ev jîyan
Tev bûye jan û zîyan
Kesê başe , li paşe
Li pêş wî rêl û kaşe
Aşê wî çep digerê
Felek ji wî nagerê
Her vajîye bextêwî
Tim valeye destê wî...