En Beğenilen Tehsin İbrahim Doski Sözleri ve Alıntıları
En Beğenilen Tehsin İbrahim Doski sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Tehsin İbrahim Doski kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Kurdê me ger nepirsin
Çi zanin ku çi cinsin
Hetta ku ew bitirsin
Nabînin tac û kursî
Bipirsin hûn li dîrok
Ciwan û pîr û zarok
Ji bo xwe bikin çîrok
Tev bixwînin bi dersî
Kanî xemla gulçînê
Kanî şewqa şêrînê
Tev bû cobara xwînê
Mîr Bedirxanê mi çû
Kanîn piling û bazî
Dest li ser şîrê tazî
Nema ew serfirazî
Qazî û Pîranê mi çû
Serjîr û kerr û gêj im
Brîndarek ji mêj im
Lew şev û roj dibêjim
Ax Kerîm Xanê mi çû
Felek mala te n'ava
Werandî xemî zava
Bêxew jan da hinava
Zanim dermanê mi çû
Mela her xwendevan e
Belê çi bikim nezan e
Hûn rêberê Kurdan e
Rast Bimeşin Melano
Bes e bikin xebatê
Hûn jî bigrin civatê
Hewqas neçin zekatê
Rast bimeşin melano
Rojek ji bona millet
Yekê ji bona axret
Kurdistan bûye sed qet
Rast Bimeşin Melano
...
...
...
Kanî Kurd û Kurdistan
Mela bi feqîra ve man
Bêxew dibê ey eman
Rast bimeşin Melano
Bê keştiyê ber behrê firaqê erixîm ez
Xewfek me hebû lê bi wisalê perixîm ez
Bihnek ji wîsalê me bihîst û kerixîm ez
Wek tûle li pî mûhçe li dorê çerixîm ez
Çîx kirme hebîbê: tu nar î biqeşî