Kanî xemla gulçînê
Kanî şewqa şêrînê
Tev bû cobara xwînê
Mîr Bedirxanê mi çû
Kanîn piling û bazî
Dest li ser şîrê tazî
Nema ew serfirazî
Qazî û Pîranê mi çû
Serjîr û kerr û gêj im
Brîndarek ji mêj im
Lew şev û roj dibêjim
Ax Kerîm Xanê mi çû
Felek mala te n'ava
Werandî xemî zava
Bêxew jan da hinava
Zanim dermanê mi çû
Were pêsber felek tu
Bo çi li min dutayî
Tac û birca belek çû
Ji bo me tim wisa yî
Xweş xortekî ciwan bûm
Bê guneh û zîyan bûm
Îro bo çi nezan bûm
Hiş û mejî nemayî
...
Kurdê me ger nepirsin
Çi zanin ku çi cinsin
Hetta ku ew bitirsin
Nabînin tac û kursî
Bipirsin hûn li dîrok
Ciwan û pîr û zarok
Ji bo xwe bikin çîrok
Tev bixwînin bi dersî
Rebbî erinî kî di Tûrî da diba Mûsa xwe çû
Kî dike seyrê semayê xêwî ew edna xwe çû
Kî em in Mecnûn dika carêk bi pey Leyla xwe çû
Merdumê sed sale zindû kîdika 'Îsa xwe çû
Dilberê gerden hilanî le'lê xûnbarê di min
Sewdayî