Çavêt di şox û şengan
Xemzêt di dil firengan
Dil da vi ber xedengan
Xûn vexwarin helal e
Mehbûba dilnewazan
Bilinda serfirazan
'Alem qir kir bi nazan
Qet nabêjît webal e
Sadiqê Amedî
(1767)
Çaxê gul û nesrîn û semen hat û bihar
Saqî û şerab tobeşkên 'aşiqê yar
Zahid me ji mestîyê ne şerm e li dinê
Fitne ji hemî layekî têtin me hewar
Mihemed Şewqîyê Xanî
Çeşmên di şehla 'enberîn, wan derbê îman e xered
Daîm bi min ra kînî ye, wan derb û lêkdan e xered
Ehmedê Katib
Çeşm : çav
Şehla : rengê keske tarî
Enber : bêhnek xweş e.
Xered : armanc, mebest
Ehmedê Katib
(1768)
İllet ji narê nûr e dil
Pir agir û tennûr e dil
Lewra ji sebrê dûr e dil
Heyhat e sebra firqetê
Heyhat e sebra dilberê
Wê agir û nar bête rê
Mislê cehîm û seqqerê
Dil xanîyê vê hikmetê
Durefşanî
Gerdena zer rehguzar e rêbiwara xemrîyan
Şetrî û belg û guhar e hem refîqêt rîşîyan
Têk û vêkdan hatine xware silsilîn lêk alîyan
Sunbulan girtin kinar e sef vebestin ef'îyan
Ser milan her lê buhar e kesk û şîn û sor û zer
Mîna
Di zindanê bi dom mayîm
Di dev marê xeman dayîm
Ji 'işqê bê ser û payîm
Wekî goya li meydanê
Wekî go bê ser û dest im
Bi zulfa 'enberîn best im
Di xêla xidmetê west im
Tu carek lê de çewganê
Sebûrî
Mîr Îmadeddînê Hekarî(Sebûrî)
(1622-1639)
Bayê şemal belav kirî
Me'şûq ji ber winda kirî
Gerden bi 'enber werkirî
'Aşiq dibû lê pir belav
'Aşiq dibûme lez li nar
Dunya digirtî çar kinar
Xem lê dibûne sed hezar
Li zulfan dibit sê sed silav
Sibxetullah
Wekî Ferhad kirim bêçar
Ji canê xwe kirim bêzar
Ji tehsîlî kirim bêsar
Ewê şoxa keman ebrû
Bi cergim dan dused peykan
Ji cismê jar cudakir can
Bi canê xwe kirim qurban
Ewê şoxa keman ebrû
Ze'îfî
Teswîrê di zihna xwe dikem sûretê dildar
Baxê Îrem e têne hezaran gul û gulzar
Firdewsê berîn bûye me dil lê meke înkar
Baxek dîye min dil bi xîyalê gul û ruxsar
Ridwan bi hedîye dibetin xar û xesê min
Husên
Berîn : qedîm
Xar û xes : qirşûqal
Ruxsar: rû, sûret