En Eski Ziya Avcı kitaplarını, en eski Ziya Avcı sözleri ve alıntılarını, en eski Ziya Avcı yazarlarını, en eski Ziya Avcı yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Serhildana xelîfe selîm ( Seyîd ‘Elî û şêx şehabeddîn )
Çûme Bêdlîsê gelî gelî
Jê diderkevin sê heb welî
Yek şêx şehabeddîn û mihemmed şirîn
Yê sisîyan jî seyîd ‘Elî
Çûme Bêdlîsê di kurtê da
Daraxacî wê di ortê da
Kapê şêx şehabeddîn û mihemmed şirîn
Qetîyan di ortê da..
"Dilopek şeraba sor ji bo wî
Ji xwîna sed birayan bi nirxtir bû ji bo wî
Welatek guherand bi dengê sazekî
Çunkî dengê kilamek, ji welatekî zêde şah dikir wî"
Şerefname
Xîretname
Çiqas xweş gotiye gundiyê 'erdkêl ê saf
'Tirî li tiriyê dinêre disincire li ber tav'
Nebê tu bi herkesî re bibî bi dil û can ê dost
Nexape bi hemû kesên berken ên nas û dost
Piraniya derdên di dinê de tên serê te
Nasên bêyî tecrube, girtin ji xwe re dost te
Çi neheqiyek ku ji gera vî aşî tê
Hemû ji nasan ji bo nasan tê
Mewlana Camî
"Biçûk nebîne dijminê xwe ger tu şêr jî bî
Xwe jê biparêze, çunkî dikare bibe nêçîrvanê şêr
Ey mêrxaso! Nebe bawermend tenê bi mêrxasî
Di dinê de hê gelek mêr û mêrxas jî hene çunkî
Zinhar pişt girê nede tenê bi herdu pençeyên xwe yên hesinî
Hesinker dikarin bihelînin hesin jî, çunkî"
Şerefxanê Bedlîsî
Şerefname
Xîretname
Ger di mîzacê te de rojek peyda be xerab exlaqek
Binêre, wî çareser bike bi herî pak dermanek
Lêxe kevirê xwe yê sernermiyê li şûşeya kerb û kînî
Bişo qirêjaya cahiltiyê bi ava zanyarî û zanistî
Mewlana Camî
Şerefname
"Ew kesê bike li kesekî din xerabî
Sedî sed dê bê pêşiyê eynî ew xerabî
Min bi çavên serê xwe dîtin di rê de
Bi rêbirî, mûriyek hat kuştin ji aliyê teyrekî ve
Lê hê nikulê xwe nekêşabû ji nêçîr
Teyrekî din hat, ew bi xwe jî bû nêçîr"
Şerefname