Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Ziya Avcı

Ziya AvcıŞerename yazarı
Yazar
Çevirmen
0.0/10
0 Kişi
3
Okunma
2
Beğeni
616
Görüntülenme

Ziya Avcı Gönderileri

Ziya Avcı kitaplarını, Ziya Avcı sözleri ve alıntılarını, Ziya Avcı yazarlarını, Ziya Avcı yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Heta kengî dê rewaca ew êvara ji cahiltiyê peyda bûyî dê di rewacê de be? Mewlana Îdrîs El-Hakim Şerefname
Şerename
Şerename
Hemî dewlet ji îttifaqê dizên Bêdewletî jî ji bêtifaqiyê Mîr Şerefxanê Bedlîsî (1543 - 1603) Şerefname
Şerename
Şerename
Reklam
"Biçûk nebîne dijminê xwe ger tu şêr jî bî Xwe jê biparêze, çunkî dikare bibe nêçîrvenê şêr Ey mêrxaso! Nebe bawermend tenê bi mêrxasî Di dinê de hê gelek mêr û mêrxas jî hene çunkî Zinhar pişt girê nede tenê bi herdu pençeyên xwe yên hesinî Hesinker dikarin bihelînin hesin jî, çunkî" Şerefxanê Bedlîsî Şerefname
Şerename
Şerename
Şerefxanê Bedlîsî Şerefname Dîroka Kurdistanê Dema ku Sultan Mûradê Osmanî gotiye: "Kurd, ji bilî yekîtiya li ser gotina Kelîmeya Şehadetê pê ve, li ser tu tiştî yekîtiyek wan tune", ne mimkun e ku nizanibe "xeta xwar di gayê pîr de ye", tiliya Sultan û yên bab û bapîrên wî jî di vê de heye.
Şerename
Şerename
"Were, hey bêtaqet! Ev sistî çi ye? Germî û lebat dixwaze riya hespê rehwan Tu nizanî ku li axê tov pêşî tê reşandin Piştre lê tê nêrîn, heta ku ajar bidin?" "Xebat çiyan xera dike ji ser riyan radike" Şerefname Şerefname
Şerename
Şerename
Serokên wan li ber hev serî netewandin. Ji ber vê, ev gotina Mewlana Hetîfî, tam li rewşa wan dihat: "Ji bo wî welatî tê kirin girîn û gazî Eger, dê kî bê hewara wir ku tu nizanî Difilite li Ke'beyê fahişeya serxweş Ger hakimek tunebe pey de biçe bide heddî wê baş" Şerefxanê Bedlîsî - Şerefname
Şerename
Şerename
Reklam
Di Şerefnamê de Selaheddînê Eyyûbî El Kurdî
(Selaheddînê Eyyûbî 830 sal berê wek îro di 4ê Adara sala 1193an li Şamê rehmet kir. Ez bihurmet û hezkirin mezinekî Kurdan yê bidad û dilovanîya xwe li dinyayê navdar bûye bibîrtînim.) Şerefname Di Derheqê Serpêhatiyên Siltanên Misir û Şamê De Ne (Yên Bi Navê Binemala Eyyûbî Bi Nav û Deng in) Dîrokzan û lêkolînerên li ser zemanên berê rîwayet dikin û wiha dibêjin; bapîrên Sultanên Misir û Şamê, ji bingeh û hîmê xwe ji Şadiyê kurê Merwan in, ew ji esil ji Kurdên Rawend ên Dwîna Azerbaycanê ne. Gundê Dwîn, niha wêran e û jê re Kernî Çixur Se'd tê gotin. ... Şi'ir: "Ne mimkun e li ciyê mezinan bi gotin rûniştin Tenê ev mimkun e bi xwedî bûna bi wesfên mezin" ... Selaheddîn, tu çiqas ji Xwedê hezbikî ewqas Sultanekî dadmend, merd, mêr, aza, sergiran, nefsbiçûk û dilgeş bû. Li ba wî, mirovên destpak û hunermend gelek hêja bûn, dostê herî nêzik ê edîb û zanayan bû. ... Qasê ku tê gotin, di merdîtî û comerdîyê de Sultan bê emsal bûye, li ba wî malê dinê û xweliya qeraxa devê rê wek hev bûne. Hetta ew roja ku wî koça dawiyê kiriye, berê xwe daye ber bi wê serderê bilind, bi wan hemû hebûn û xwedîtî lêkirina tev saltanat û nifûz, sînorên bêserî û bêbinî, bajar û wan welatan ve jî, tenê 47 dirhemên zîv li ser derketiye. Belê rastî tenê ji aliyê Xwedê ve tê zanîn. Selaheddînê Eyyûbî di 4ê Adara sala 1193an li Şamê rehmet kir. Şi'ir: "Rast, dilpak û dadperwer be Heta hetayê serbilind û serwer be" Şerefxanê Bedlîsî - Şerefname
Şerename
Şerename
Giringiya Şerefnameyê bo Kurdan
Şerefxanê Bedlîsî(1543 -1603) bo berhema xweyî bi nav û deng Şerefnameyê dibeje: "Ji bo ku heta îro dîroknivîsan qet tiştekî di derheqê Kurd û Kurdistanê de nenivîsandine, min xwest li gor îmkana xwe di vî warî de kitêbekê binvîsim û navê wê jî deynim Şerefname. Armanca min ji vê jî ew e ku navê xanedanên Kurdan wenda nebin." Şerefxanê
"Xwîn nebarandî nema, çavek ji ber wê bûyerê Dilên perçebûyî nema, ji ber tehliya wê xeberê" Şerefname #Kurdistan💔 Mereş #erdhejî #earthquake Şerefname
Şerename
Şerename
"Heta bi qasî serê derziyê li ba te 'baqiyet' hebe Ji bîr neke ku li ba te putperestî heye Rustem dibêje: Min senema di xeyala xwe de şikand Lê senema min di xeyal de şikand, baqî ye di heqîqetê de" Şerefname
Şerename
Şerename
23 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.