Yekê ser bi zêr e, Kofîkêl Awirşewat e, Kemalteşîr e, Nazik e, Xwînşêrîn e, Nazelîn e.... Serê wê, sêsed û çil û çar kezî na, Serê keziya bi aqûd û zumrûd û firingê bajarî na, Tu dibê "Ya Xaliqo!" te di mûm û ava zîv û zêr de hilanîna. #Miradê Kinê
Stran
Dijmin xencer dil dide xayîn pişt dide Ez dikarim dilê xwe biparêzim Lê nikarim pişta xwe biparêzim Ger dil yek e dijmin ne tiştek e Pişt yek e lê xayîn bi gelek e. •|Berzan bedlîs
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Mirovekî wêrek serê xwe li sê cihan ditewîne: yek, ji ber ku ew mirovek e; ya duyem, ji ber ku ew axa xwe wekî welatê xwe bi nav dike; û ya sêyem, ji ber evîna xwe ji evîndara/ê xwe re.
Di bakurê kurdistanê de sê bajarên herî zêde bi kurdî diaxivin hebin yek mêrdîn e yek colemêrg e yek jî şirnex e
Dinya êdî wekî qefeseke teng li ser rihê mirov girtiye. Tu li ku derê binerî, tu li kîjan alî bimeşî, tu rastî dîwarekî sar û bêrih têyî. Ev dinya, ku berê bi dengê zarokan, bi parvekirina nan û bi samîmiyeta cîrantiyê dihat naskirin, niha bûye wekî çoleke bêdawî û bêdeng. Lê ya herî giran ne ev bêdengî ye, ya herî giran ew e ku her kes di nav vê qelebalixiyê de tenê ye, bêkes e û ji hev biyanî ye. ​Mirov êdî ne wekî mirovên berê ne. Her kesî maskeyek li rûyê xwe kiriye û di pişt wan maskeyan de hesabên tarî û berjewendiyên piçûk veşartine. Gava tu li çavên yekî dinêrî, tu êdî ronahiya dostaniyê nabînî; tu tenê sîbera gumanê u sarbûna xerîbiya sedsalê dibînî. Kes naxwaze derdê kesî bibîstîne, kes naxwaze bibe merhema birîna kesî. Peyvên 'em' û 'me'hatine jibîrkirin, tenê 'ez' û 'ya min' maye. Ev xweperestiya ku wekî jehrê di nav rehên civakê de belav bûye, her tiştê pîroz û bedew xera kiriye. ​Em di serdemekê de ne ku derew wekî rastiyê tê firotin û rastî jî wekî gunehekî tê veşartin. Dilên ku berê bi evînê û bi merhametê lê didan, niha bûne wekî kevirên reş. Ma mirov çawa dikare di nav vê tariyê de nefesê bistîne? Ma mirov çawa dikare li rûyê van mirovan binerî ku her yek ji wan bûye gurê yê din? Ne hurmeta mezinan maye, ne jî parastina piçûkan. Her tişt bûye wekî bazarekê; hêsirên çavan, êşên giran û heta dîn û bawerî jî bûne amûrên bazirganiyê. ​Gava mirov li van kolanên qelebalix dimeşe, hîs dike ku her gava wî di nava valahiyê de diçe. Ev dinya êdî ne cihê manê ye, cihê xerîbiya herî kûr e. Kesên ku hîna dilê wan paqij maye, kesên ku hîna bi bihayê merivahiyê dizanin, di vê dinyayê de wekî penaberan dijîn. Rihê me birîndar e, xeyalên me hatine kuştin û hêviyên me di bin barê vê bêwijdaniyê de pelçiqîne.
Kurdî
“Du navê şeytên hene: Yek jê şeytan e, yê din jî derew e.”