Ji bona ji te hezkirinê
Sedemek tiq û tenê,
Lê hezar û yek hene
Ji bona nehezkirinê.
Ew yek,
Girantir davêje di mêzîna dil
Ji hezar û yekê dinê.
Gelo teraziya dilê min
Ne li saz e? An jî
Eqlê min hêsîr e, ji pejnan ra.
Lewra
Ne maqûl e, ku
Hezar û yek siviktir bin ji yekê,
Û yek ji hezar û yekê bêtir.
Di helbestên li nav rûpelên Hawarê de belav bûne, teswîreke jinan ya cuda balê dikişîne. Li vir jin ne tenê dayik, xweh, destgirtî an jina mêrekî ye. Welat bîzzat bi jinê, an wek destgirtiyekê, dayikekê an wek xwehekê tê tesewirkirin. Teswîra welêt ya wek jinekê di wê dewrê de û di beriya wê de gelek mînakên wê hene. Yek ji wan wêjeya farisî ye ku Afsaneh Najmabadi¹ ji bo wêjeya Îranê ya sedsala 19mîn têkiliya wê bi wêjeya klasik re datîne û wisa şîrove dike: Welat wek laşê jinekê hatiye texeyyulkirin ku mêr divê bêtir jê hez bikin, xwedî lê derkevin, di rêya wê de bên kuştin. Çawa ku di helbesta klasîk de eşqa îlahî bi laşê jinê dihate texeyulkirin, an di laşê jinê de rû dida, vêga eşqa welat di laşê jinê de rû dide. Lê di encamê de, ev rabêjeke wisa bi xwe re tîne ku jin jî wek welat divê bê parastin, pêdiviya welat bi parastina mêran heye, ne ya jinan. Jin ne dikare li welêt xwedî derkeve ne dikare li xwe xwedî derkeve. Namûsa wê namûsa mêran e, divê xwedî lê bê derketin, ji tecawiza neyaran bê parastin. Ji bo seferberkirina mêran ew têgehên pre-modern li vir dikevin bin xizmeta têgeheke modern, neteweperweriyê.
Her çiqas femînîzmê di dawiya sedsala nozdehemîn de wek tevgereke terefdariya hiqûqî û azadiya jinan dest pê kiribe jî ya rast ew e ku têkoşîna jinan a ji bo başkirina rewşa wan, xwe digihîne demên gelek berê. Berê jin usûlen wek “mêrê kêm” dihat pênasekirin ku heya sedsala hijdehemîn bawerî li ser vê yekê bû; tenê û tenê cinsek li siruştê heye û ew cins jî mêr e. Mesela li gor nêrîna Arîsto jin, parçeyekî winda ji taybetiyên mêraniyê ye. Zanista biyolojiyê jî di vê baweriyê de bû. Çimkî di lêkolînên anatomiyê de yên heya berî sedsala hijdemîn, cudahî di navbera biyolojiya mêr û jinê de qebûl nedikirin û di ser de jî endamê jinaniyê, wek endameke kurt û zeîf a meraniyê dihesibandin û jin wek "mêrê xesandi" bi nav dikirin. Ev fikra nedîtî, jin wek cinseke ku bê îstîsmarkirin, didan nîşan. Lê belê piştî ku di sedsala hijdehemîn de hin guherîn di zanista biyolojiyê de pêk hatin, bi wê yekê re nedurustbûna vê fikrê jî derkete holê û jin ji aliyê biyolojîk, ji nû ve hatin nasin
Di gerdûnê de gelek hêz hene, weke hêza bextewarî û kêfxweşiyê, hêza xemgînî, reşbînî, pere û mal û milk, hêza xerabiyê, ya başiyê, ya eşq û nefretê, ya regez û serkeftin û têkçûn û... hwd.
Ev hêz ji hêzên negatîf û pozitîf in, ew weke pêlan e di hewa û gerdûna fereh de hene û eger em yekê ji wan bifikirin em wê hêzê ber bi xwe ve tînin, dema em xemgîniyê hizir dikin em bi rastî xemgîn dibin û dema em dixwazin kêfxweş bibin em bi rastî kêfxweş dibin.
Her beşeka Kurdistanê dikare bibe pena û piştgiriya neteweyî û emnî ji bo beşeka dîtir ya Kurdistanê. Evê yek ji wan derfetan e ku rengê di dahatûyê de li berdem çareseriya "Pirsa Kurd" de wê derbikevin.