Dizanim, hûn ji derve hatine, loma hûn ji hebûna me ditirsin, ji zimanê nav devê me ditirsin, ji mirovahîya me ditirsin. Bitirsin û zilma zwe bidomînin, ez mirov im. Bi axa xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe ez mirov im. Ez ê ti carî nebim wek we, bitirsin zalimno. Ji mirovahiya me bitirsin. Hûnê rojekê herin, em ê her tim li vir bin.