Ey dil mala te ava be
Bes e ji vê xewê rabe
Ev halê te dê çawa be?
Dijminê te pir xerab e
Were tu bi wî nexape
Ew dijmin li te siwar be
Nayê xwar get peya nabe
Nebêje ev çi hesab e
Bi hestên xwe
Bi destên xwe
Li dar dixim
Sêpêka xwe
Sêpêka dardekirina xwe
Dikim qîrîn
Bi zimanê xwe
û Dibêjim:
Ne tenê cerekê
Ne tenê canekî
Rojê sed carî
û carê sed canî
Dikim goriya te"
û dîsa
bi destê xwe
Dikşînim
Benê dardekirina xwe
Ey jiyan
Ez dibêjim ziman lale
Dil bê evinê dinale
Kanî û ava zelale
Dil ji boyî wê cî û ware
Şevê rake ji ser dêma
Rojhelate dîtina te
Heyv û stêrk xwe diveşêrin
Gul geş dibin bi dîtina te